Pîreka ku xwînmeha wê diqede, bê ku serê xwe bişû dikare bi zilamê re rakeve?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Cinsî Tarih: 06 Şubat 2014

Pirs: Piştî ku pîrek ji heyzê “edet” dertê û xwîn disekine, lê belê beriya serşûştinê, mêrê wê dikare pê re rakeve?

Bersiv: Di ayeta 222’an de ji sûreyê Beqere Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji te, pirsa heyzê pîrekan dikin. Bibêje: Ew ezyet e. Di rojên heyzê de xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan mebin. Dema tam jê paqij bûn, êdî ji cihê ku Xwedê li we ferman kirî herin cem wan. Bêguman Xwedê ji tobekaran hez dike û ji yên pak û paqij jî hez dike.

Li gorî ayeta jorîn, ji bo rabûna vê qedexeyê û helalbûna têkiliya cinsî lazim e ku du şert pêk werin:

1. Divê edetê pîrekê xelas bibe.

2. Divê pak û paqij bûbe. Ango divê serê xwe şûştibe.

Di serî de mezhebê Şafiî, Henbelî û piraniya aliman tifaq kirine ku: Pîreka edetê wê xelas bûbe, lê belê hîn xwe neşûştibe, heram e ku meriv pê re têkeve munasebeta cinsî. Bi tenê di mezhebê Henefî de eger ku xwîna edetê di dawiya wextê de bisekine, bê ku xwe bişû û bi qasî wextê nimêjekê derbas bûbe, munasebeta cinsî di vê rewşê de caiz dibînin.[1]

Li gorî Henefiyan, wexta heyzê ya herî zêde deh roj e, piştî ku ew dem derbas bibe, bê ku bedena xwe bişû jî munasebeta cinsî helal dibe. Lê belê eger ku xwîna wê ne di dawiya wê demê de bisekine, wê gavê bi seknê re yekser munasebeta cinsî helal nabe. Di vê rewşê de da ku têkiliya cinsî helal bibe, pêwîst e ku pîrek ya serê xwe bişû yan jî bi qasî dema nimêjekê di ser xwînsekinandina wê re derbas bibe yan jî bi uzrekî teyemum girtibe û bi wê teyemumê jî limêjeke sunet kiribe.[2]

Di gihaştina vê nerînê de delîla Îmam Ebû Henîfe ev e:

Gotina Xwedê Teala ya ku dibêje: “heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan nebin” ev qedexebûna han, bi paqijbûna ji xwînê bi dawî dibe. Bi xelasbûna edetê jinan, yanî bi dawîlêhatina wextê heyzê êdî qedexebûna cinsî jî ji holê radibe.

Razî di tefsîra xwe de wiha cî dide bersiva el-Qadî (muhtemel e ku Qadî Ebdulcebbarê Mu’tezîlî be) ya li hemberî Ebû Henîfe:

“Eger Xwedê Teala sirf bigota “heta paqij bibin” wê gavê gotina we teqez dê rast bûna. Lê belê piştî ku “heta ku baş paqij bibin” li ser hate zêdekirin, ew herdu îfade bi hev re dibin meqsed û sedem ji bo rabûna wê qedexeyê.”[3]

Di encamê de dema em li delîlên herdu aliyan dinihêrin, tê dîtin ku ya rastî nerîna cumhurê ulemayan e. Ango piştî qutbûna xwîna heyzê, bê serşûştin nêzîkatiya bi bal jinan ve heram e.



[1] Yunus Vehbi Yavuz, “Hayız”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XVII, 53.

[2] Mehmet Şener, “Heyz”, İslam’da İnanç İbadet Ve Günlük Yaşayış Ansiklopedisi, Redaktor û Şêwirmendî: İbrahim Kâfi Dönmez, Stenbol 1997, II, 218.

[3] Fexreddîn er-Razî, et-Tefsîru’l-Kebîr, VI, 419, Tefsîra ayeta 222. ji sureyê Beqere.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Da ku zarok çênebin, ma bikaranîna sîstema “vazektomi”yê caiz e? 06.02.14 799
2 Hukmê “kurtaj” ango jiberxwekirina zarokê çi ye? 06.02.14 948
3 Gelo caiz e ku meriv bi rêya “Tüp bebek” bibe xwedî zarok? 06.02.14 890
4 Gelo durist e ku pîrekeke biyanî, zaroka meriv di malzaroka xwe de hilgire? 06.02.14 908
5 Di demên hebilbûna pîrekê de ma munasebeta cinsî qedexe ye? 06.02.14 854
6 Beriya têkiliya cinsî, ma xwendina duayekî ku hatibe tewsiyekirin heye? 06.02.14 878
7 Ma di rojên cejnê de munasebeta cinsî heram e? 06.02.14 931
8 Hukmê masturbasyonê çi ye? 06.02.14 899
9 Di şevên qendîlê de ma caiz e ku mirov biçe nivîna pîreka xwe? 06.02.14 832
10 Gelo masturbasyon heram e yan mekrûh e? 06.02.14 817
11 Cezayê munasebeta cinsî di rojên qedexekirî de çi ye? 06.02.14 850
12 Di masturbasyon de gelo di navbera ezab û yên zewicandî de tu ferq heye? 06.02.14 859
13 Pîreka ku zaroka wê ji ber çûye, kengî dikare bi mêrê xwe re razê? 06.02.14 813
14 Eger masturbasyon mekrûh be, ma çima piştî kirina wê ez ewqas nerihet dibim? 06.02.14 824
15 Gelo heram e ku meriv behsa jiyana xwe ya cinsî bike? 06.02.14 805
16 Ma guneh e ku mirov livên jina xwe ramûse? 06.02.14 817
17 Zilam, dema şîrê pîreka xwe vexwe ma eqrebatî di navbera wan de çêdibe? 06.02.14 810
18 Hukmê nêzîkatiye bi bal pîrekê ve bi rêya “oral” ji dev çi ye? 06.02.14 907
19 Pîreka ku xwînmeha wê diqede, bê ku serê xwe bişû dikare bi zilamê re rakeve? 06.02.14 854
20 Di têkiliya oral de eger avik ji mêr neyê, ma lazim e ku xusla xwe rake? 06.02.14 820
21 Mêr û jin, ma dikarin ewretê hev bibînin? 06.02.14 875
22 Ma di dînê me de, munasebeta bi pîrekê re ji paş ve teqez hatiye heramkirin? 06.02.14 762
23 Hukmê girêdana lûleyên malzarokê çi ye? 06.02.14 844