Fetwayen Kurdi
Li gorî mezhebê Henefî, îro li Tirkiyê limêja înê tê kirin an na?

Li gorî mezhebê Henefî, îro li Tirkiyê limêja înê tê kirin an na?

Pirs: Ji bo kirina limêja înê, gelo destûra xalîfe ango serokê welêt lazim e yan na? Hin kes hene dibêjin ku limêj bê destûra xelîfe nayê kirin. Gelo rastiya vê meseleyê çi ye?

Bersiv: Di mezhebê Henefî de ji bo ferzbûna limêja înê, pêwîstî bi hin şert û mercan heye. Ji wan şert û mercan yek jê jî ev e ku: Limêja înê, divê ji aliye sultan-desthilatdarê welêt- yan jî yê ku ji teref wî ve hatibe peywirdarkirin, bê kirin. Hin kes bê ku li sedemên -gihîştina mezhebê Henefiyan ya di- wê nerînê de binihêrin û bixwînin, peyva sultan ya ku tê gotin, wekî desthilatdarê welêt fêhm kirine. Di encamê de tê gumankirin ku: Limêja înê sirf, ya bi rêya îmamtiya sultan an jî bi rêya peywirdarê wî, tê kirin. Bi wê dîtinê û bi hin hincetên din dibêjin ku: Li gorî mezhebê Henefî şert û mercên limêja înê li cihên mîna dewleta Turkiyeyê pêk nayê. Mirov dikare vê angaştê bi kurtasî wiha rave bike:

“Turkiye dewleteke laîk e. Di vê rewşê de îmamtiya serokê dewletê bi xwe ne pêkan e. Limêja înê, nîşana desthilatdariya Îslamê ye. Lê belê pergala laîk desthilatdariya Îslamê napejirîne. Loma limêj li pey peywêrdarên wê pergalê jî nayê kirin.”

Hin birayên me yên ku ji bicihanîna emrê Xwedê Teala pê ve tu arzû û daxwazin wan tune ne û pirên wan jî xort in, baweriya wan bi rastiya vê nerînê çêbûye. Di roja me de hin kes jî derketine meydanê û ji bo desthilatdariya Îslamê, neçûna limêja înê wekî cîhadê qebûl dikin.

Mezhebê Henefî, tu carî tiştekî wiha qebûl nake. Ên ku bi wan hincet û angaştan derdikevin meydanê, ji ber ku dibin asteng li îbadeteke mîna limêja înê, dikevin bin bar û gunehekî pir giran û mezin. Heta ku ji vê dîtina xwe venegerin, hem gunehê wan û hem gunehê yên ku didin pey wan di stûyê wan de ye.

Di malpera me de di beşa lêkolînan de lêkolîneke me ya bi sernavê “Hanefi Mezhebine Göre Cuma Namazı/Lımêja Înê Li Gorî Mezhebê Henefî ” heye. Di wê lêkolînê de hûn dikarin limêja înê û ayeta wê, gotinên Pêxember (s.a.w) ên bi mijarê re eleqedar in û nerîna mezhebê Henefî ji çavkaniyên wan ên meşhûr mîna Mebsût, el-Bedaî, el-Hîdaye û Îbn Abîdîn, bixwînin.

Nivîs di lînka jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/hanefi-mezhebine-gore-cuma-namazi.html