Fetwayen Kurdi
Gelo tu hewcedarî bi ezana ku beriya xutba înê tê xwendin heye?

Gelo tu hewcedarî bi ezana ku beriya xutba înê tê xwendin heye?

Pirs: Di dema xelîfetiya Hezretî Osman de ji ber ku jimar û nufûsa misilmanên Medineyê zêde bûye, ezaneke din jî bi ser ve kirine. (Buxarî, Cumu‘e, 21). Seyda, di roja înê de zêdekirina ezaneke din, gelo ne bîd‘et e?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Gava roja înê ji bo limêjê hat bagnkirin, vêca bi bal zikrê Xwedê (limêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn û firotinê berdin.”[1]

Hezretî Osman jî (x.j.q) bi banga însanên ku li sûk û bazaran e ji bo limêjê, fermana Xwedê Teala ya ku di ayetê de derbas bûye, aniye cih.

Ji vê bonê ne pêkan e ku meriv vê helwestê bîd‘et bijimêre. Encax di roja me ya îroyîn de ji ber ku bi alîkariya dengweşan banga limêjê ji her derê ve tê bihîstin, êdî hewceyî bi ezana ku li hundir tê xwendin nemaye. Ji vê seetê pê ve, divê ku meriv dev ji vê pratîk û tetbîqê berde û piştî banga ku dengê wê diçe der ve, dest bi xutbeyê bê kirin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê limêja înê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa di lînka jêr de bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/delillerle-cuma-namazi.html



[1] Cumu‘e, 62/9.