Fetwayen Kurdi
Ma limêja înê çend qam e?

Ma limêja înê çend qam e?

Pirs: Gelo piştî limêja înê tu limêjên din ên ferz hene? Û tetbîqa Pêxember (s.a.w) çawa bûye?

Bersiv: Di derbarê limêja înê de Perwerdegarê me wiha ferman dike:

“…Piştî ku limêj hate kirin vêca li ser erdê belav bibin û ji kerema Xwedê bixwazin.”[1]

Ebû Bûrde kurê Ebû Mûsa el-Eş‘erî (x.j.q) dibêje ku, Ebdullah kurê Umer kurê Xettab (x.j.q) ji min pirsî “Ma, bavê te di derbarê seeta înê de tu tişt ji Pêxember (s.a.w) bihîstiye? Min got “Belê min bihîst wiha digot.” Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha ferman kir: “Seeta înê, ji dema ku îmam dertê ser mînberê û heta limêj xelas bibe.[2]

Piştî ku du rek‘et limêja înê kir, divê meriv yekser belav bibe. Ayeta jorîn jî vê pêdivîyê derdixe pêşiya me. Ebdullah kurê Umer (x.j.q) wiha dibêje:

“Pêxember (s.a.w) piştî limêja înê heta ku ji mizgeftê derdiket tu nimejên din nedikir. Ku ji mizgeftê diqetiya li mala xwe du rek‘et dikir.”[3] Gotina “li mala xwe” di Muslim de derbas dibe.

Ebdullah kurê Umer (x.j.q) li cihê limêja înê dît ku însanek du rek‘et limêj dike, ew dehf da û wiha got: Ma tu dixwazî limêja înê çar rek‘etan bikî? Ebdullah li malê du rek‘et dikir û wiha digot: “Pêxember (s.a.w) wiha dikir.”[4]

‘Eta di derheqê Ebdullah kurê Umer (x.j.q) de wiha gotiye: Eger li Mekkeyê limêja înê bikira piştî limêjê pêşde diçû û du rek‘et dikir, dîsa pêşde diçû vê carê çar rek‘et limêj dikir. Dema ku li Medineyê bûya, limêja înê dikir, piştre vedigeriya mala xwe û du rek‘et limêj dikir. Li mizgeftê nedikir û digot Pêxember (s.a.w) wiha dikir.[5]

Ji Nafî bi vî awayî hatiye ragihandin: “Umer kurê Xettab (x.j.q) limêja beriya înê dirêj dikir. Ya piştî înê jî li mala xwe, du rek‘et dikir. Û digot: Pêxember (s.a.w) wiha dikir.”[6]

Ebû Hureyre (x.j.q) ji Pêxember (s.a.w) wiha radigihîne: “Her yek ji we, bila piştî limêja înê çar rek‘et limêj bike.”[7]

Ebû Hureyre (x.j.q) ji Pêxember (s.a.w) wiha radigihîne: “Eger we piştî limêja înê limêj kir, çar rek‘etan bikin.[8]

Es-Saîb dibêje ku: Me bi Mûawiye re (x.j.q) limêja înê kir. Piştî selamdayina îmam, ez rabûm û li heman ciyî min limêj kir. Mûawiye yek şand ba min û ji min re got ku: “Careke din wiha neke.” Piştî ku te limêj kir beriya tu derkevî der yan jî tu biaxivî, tu limêjên din neke. Lewra Pêxember (s.a.w) li me wiha ferman kiribû. “Nedixwest du limêj, bêyî ku axaftin an jî derketina der têkeve navbera wan, li dûvhev bêne kirin.”[9]



[1] Cumu‘e, 62/10.

[2] Muslim, Cumu‘e, 16, Ebû Dawûd, Cumu‘e, 1048.

[3] Buxarî, Cumu‘e, 39, Muslim Cumu‘e, 71.

[4] Ebû Dawûd, Cumu‘e, 1127.

[5] Ebû Dawûd, Cumu‘e, 1130.

[6] Ebû Dawûd, Cumu‘e, 1128.

[7] Muslim, Cumu‘e, 67; Ebû Dawûd Cumu‘e 1131.

[8] Muslim, Cumu‘e 68; Ebû Dawûd Cumu‘e, 1131, Tirmizî, Cumu‘e, 523.

[9] Muslim, Cumu‘e, 73; Ebû Dawûd, Cumu‘e, 1128.