Fetwayen Kurdi
Li welatên Mislimanan limêja înê çend qam tên kirin?

Li welatên Mislimanan limêja înê çend qam tên kirin?

Pirs: Ez dixwazim hîn bibim bê ka li welatên Îslamê, limêja înê çawa tê kirin û çend rek‘et in. Ez projeyekê amade dikim, eger hûn bi min re bibin alîkar, ez ê bextewar bibim. Mîna li Efxanîstan, Azerbeycan, Behreynê jimara rek‘et in limêja înê…

Bersiv: Bersiva pirsa li welatên Îslamê limêja înê çend rek‘et, tê kirin?

Meriv dikare bi van awayan lêkolîna xwe bike:

Ku meriv bi şexsê li wan welatan mabe,

Bi yên ku li wan deran mayine re hevdîtinê pêk bîne,

An jî meriv binihêre bê ka li wan welatan kîjan mezheb bêhtir belavbûyî ye.

Li gorî qenaeta me ji van her sê rêyan, rêya sêyem bêhtir munasibî we ye. Ji vê bonê em tewsiye dikin ku hûn mada “Cumu‘e” yê ya ku di cildê heştem ji Ansîklopodiya “Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi”, bixwînin. Di wir de li gorî mezheban nerîn û pratîkên cuda di derbarê hukum û mîqdarê limêjê de hatine nirxandin. Ji wê madê divê hûn tesbît bikin, bê ka di kîjan mezhebi de çend rek‘et tê kirin, piştre hûn ê binihêrin, kîjan mezheb li kîjan welatî zêdetir ‘emel pê tê kirin û li gorî wê hûn ê hewl bidin ku xwe bigihînin encamekê.