Fetwayen Kurdi
Piştî limêja înê, ma divê ku meriv limêja nîvro jî bike yan na?

Piştî limêja înê, ma divê ku meriv limêja nîvro jî bike yan na?

Pirs: Piştî limêja înê divê ku meriv limêja nîvro jî bike yan na? Di vê mijarê de hûn dikarin daxuyaniyekê bidin?

Bersiv:http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/zuhr-i-ahir-kilmali-miyiz-bu-namazin-kilinmasinin-sebebi-nedir.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/cuma-namazindan-sonra-zuhr-i-ahir-kilmak-gerekir-mi.html

Di derbarê kirina limêja nîvro piştî limêja înê, Komiteya Bilind ya Karên Dînî (Din İşleri Yüksek Kurulu) ya Diyanetê, metnekî muzakerê weşandiye. Nerîna ku em jî beşdar dibin mîna ku li jêr e:

Piştî Limêja Înê Limêja Nîvro

Ev limêja han ji aliyê hin zanyaran ve li ser îhtimala ku limêja înê nebûbe û meriv îhtiyaten limêja wê rojê ya nîvro bike re tê gotin.

Ji ber ku zanyar li ser şertên duristiya limêja înê ketine îxtilafê û ji ber îhtimala ku limêja înê nebûbe, çawa ku hin zanyar dibêjin ku divê meriv bike, keza hinên din jî li hember vê nerînê derketine.

A. Delîlên Kesên Ku Dibêjin Divê Meriv Bike

Ên ku pêdiviya kirina vê limêjê diavêjin holê, ji nuqteya îhtimala dema -li cihekî- li çend mizgeftan limêja înê bê kirin, ku limêja înê ne durist e, hereket dikin. Li gorî wan dema rewşeke zerûrî tune be, li niştecihekî (bajar) encax li cihekî bi tenê limêja înê tê kirin. Dema hewceyî tune be û li pir cihan bê kirin, kê zû limêja înê kiribin, ya wan durist e (sehîh e) û limêja yên din ne durist e. Di vê rewşê de yên din divê ku limêja xwe ya nîvro bikin. Dema neyê tesbîtkirin bê ka kê berê limêja înê kiriye, wekî rêyeke çareserkirinê hatiye dîtin ku îhtiyaten divê hemî limêja xwe ya nîvro bikin. Di vê nerîna xwe de bi hinceta ku limêja înê, da ku însan kom bibin û xutbe were xwendin hatiye teşrîkirin û xwe dispêrên teqbîqa ku di dema Pêxember (s.a.w) û xulefayên raşidîn de ku bi tenê li cihekî dihate kirin.[1]

B. Delîlên Kesên Ku Dibêjın Di Wê Rojê De Limêja Nıvro Nayê Kirin

Ên ku li hember vê limêjê derdikevin, ji nuqteya ku îbadeta bi guman bê kirin, ne di cih de ye, ji ber vê yekê dibêjin ku divê neyê kirin, hereket dikin. Li gorî van, îbadeta bi guman bê kirin ne meqbûl e. Bi vî awayî bi fikra “dibe ku limêja înê ne sehîh be” meriv limêja nîvro bike, ne rast e. Li aliyê din, dema meriv bibêje divê limêja nîvro jî bê kirin, di çavê gel de dê gumana ku limêja înê ne ferz e yan jî di demekê de du ferz hene, çêbibe. Zanyarên mîna Îbn Nuceym, Elaud-Dîn Haskefî, Cemaleddin el-Qasimî, Mehmet Zihni Efendi û hwd. di vê nerînê ne de.[2]

Heta birek ji zanyaran, ji fikra ku limêjeke wiha di dema Pêxember (s.a.w) û sehabiyan de nehatiye kirin, kirina limêja nîvro di roja înê de bîd‘et dehesibînin.[3]

C. Nirxandina Delîlan

Dema meriv delîlên nerîna aliyên ku dibêjin divê piştî limêja înê limêja nîvro jî bê kirin dide ber çavên xwe, tê dîtin ku ne pêwîst e limêjeke wiha bê kirin. Di dema Pêxember de (s.a.w) ku limêj bi tenê li cihekî dihate kirin, nake lazimî xwe ku limêj sirf li cihekî bi tenê bê kirin. Li aliyê din nayê ber ‘eql û hişê însên, sehabiyên ku bi coş û heyecanê li benda ayeteke nû ji aliyê Xwedê hatibe şandin û ji devê Qasidê Xwedê bibihîsin, rabin limêja xwe li cihekî din bikin.

Hemî muctehidên ku dibêjin divê limêj li cihekî bi tenê were kirin, di halê ku hewceyî hebe, fetwaya kirina limêjê li çend cihan dane. Lewra Îmam Şafiî dema ku diçe Bexdayê digel ku dibîne li pir cihan limêja înê tê kirin, li hember wê rewşê derneketiye.[4] Di roja me de ji ber ku êdî li bajarekî ne pêkan e ku hemî misilman li cihekî bi tenê limêj bikin, kirina li çend deran êdî bûye tiştekî misoger.

Di îbadetan de esl û esas li ser qebûlkirina wan hatiye avakirin. Pêxember (s.a.w) bi vê gotina xwe ya di derheqê Xwedê Teala de “Ez bi bendeyên re xwe li gorî zen û gumana wan ‘emel dikim.”[5] me agahdar dike. Di hedîseke xwe ya din de jî wiha dibêje: “’Emel li gorî niyetê ne.”[6] Ji ber van tiştan divê meriv bawer bike ku limêja meriv dê qebûl bibe û di vê de tu car nekeve şek û gumanan.

Li aliyê din, kirina limêja nîvro di roja înê de ji ber ihtiyatê, tu bingeheke wê ya saxlem tune ye. Lewra îhtiyat ku meriv ji du delîlan ya bi hêz tercîh bike. Hal ew e ku li hember ayet û hedîsên îfade dikin ku limêja înê ferz e, tu delîlek ku bibêje limêj li bajarekî encax li cihekî bi tenê tê kirin, tune ye. Gotina kesên dibêjin ku divê li cihekî bi tenê were kirin û îfadeya wan a ku di rewş û halê ku îhtiyac hebe meriv dikare li çend cihan bike, vî tiştî dide nîşandan. Tiştekî din jî heye Xwedê Teala Di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike: “Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike…”[7]; “…Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye…”[8]

Li aliyê din, di ihtiyatê de divê feydeyek hebe. Hal ew e ku gotina divê piştî limêja înê limêja nîvro jî bê kirin, dibe sedemê ku misilman dev ji sunetê piştî limêja înê berdin. Tê gotin ku piştî limêja ferz ji sunetê pê ve tu limêjek din tune ye û şayed bi vî awayî ‘emel bê kirin, jimara kesên ku vê sunetê tînin cih dê pir bibe. Îhtiyata esasî ew e ku, Xwedê û Qasidê wî misilman bi çi peywirdar kiribin meriv wan bîne cih û tiştekî din li wan zê meke.

Encam:

(…)

Biryara ku, meriv li warekî dikare limêja înê li çend cihan bike, bi vî sedemî ne pêwîst e ku meriv piştî limêja înê limêja nîvro bike (…) hatiye girtin.

(Çavkanî: Biryara Licneya Bilind ya Karûbarên Dîyanetê ya di mêjûya 26.03.2002 hatiye stendin. )



[1] Şirbînî, Muxnî’l-Muhtac, I, 544; Newewî, el-Mecmû’, IV, 451-452; Sahnûn, el-Mudewwene, I, 277-278; Îbn Qudame, el-Muxnî, III, 212; Xuraşî, Şerhu Muhtasari Xalîl, II, 74-75.

[2] Îbn Nuceym, el-Bahru’r-Raiq, II, 154-155; Îbn Abidîn, Reddu’l-Muxtar, I, 536; Cemaleddîn el-Qasimî, Îslahu’l-Mesacid, rp. .50; Mehmet Zihni Efendi, Nimet-i Îslam, 439-440.

[3] ‘Ezim Abadî, ‘Ewnü’l-Ma‘bûd, III, 397,406; Reşîd Riza, Fetawa, I, 199-200,301-305; III, 941; IV, 1551, 1591; VI, 2521.

[4] Newewî, el-Mecmû‘, IV, 452; Şirbînî, Muxnîl’l-Muhtac, I, 544.

[5] Muslim, Zikir, 1; Tirmizî, Zuhd, 51.

[6] Buxarî, Bedu’l-Wahy, 1.

[7] Beqere, 2/286.

[8] Hec, 22/78.