Fetwayen Kurdi
Ma roja înê dema xutbe tê xwendin, limêjên sunet tên kirin?

Ma roja înê dema xutbe tê xwendin, limêjên sunet tên kirin?

Pirs: Li gorî mezhebê Henefî, dema ezana hundir tê xwendin an jî Îmam xutbeyê dixwîne, mirovê ku dikeve hundirê mizgeftê, dikare limêja sunet bike?

Bersiv: Di mezhebê Henefî de di dema xwendina xutbeyê de limêj nayê kirin. Cemaet di dema xutbeyê de heta limêj be jî divê bi tu tiştî mijûl nebin, bi tenê li xutbeyê guhdarî bikin.

Henefîyan hedîsa li jêr di nerîna xwe delîl û esas girtine.

Ji Ebû Hureyre (x.j.q), Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Roja înê dema Îmam xutbeyê dixwîne, mirov ji hevalê xwe re bibêje hiş be, wî karekî bê feyde pêk aniye/ kiriye.”[1]

Îmam Malik jî di vê meseleyê de weke Henefiyan difikire.

Şafiî û Henbelî dibêjin:

Di wexta xutbeyê de be jî mirov dikare du rek‘et limêja sunet bike. Bi me jî ya rast ev e. Hedîsên bi vê mijarê re tekildar in wiha ne:

Cabir kurê Ebdullah (x.j.q) gotiye:

“Pêxember (s.a.w) roja înê dema ku xutbe dixwend, merivek ket hundir. Jê re got; “Te limêj kiriye?” Wî jî got naxêr. Pêxember (s.a.w) got: “Rabe du rek‘et limêj bike.”[2]

Ji Cabir kurê Ebdullah (x.j.q) riwayeteke din wiha ye:

Roja înê dema îmam ji bo xutbeyê derketibe û yek ji we têkeve hundir, bila du rek‘et limêj bike.”[3]

Dîsa ji Cabir kurê Ebdullah wiha hatiye ragihandin:

“Roja înê dema Pêxember (s.a.w) xutbe dixwend, ji qebîla Xetefan Sûleyq ji nişkan ve derket û rûnişt. Pêxember (s.a.w) wiha ferman kir:

Sûleyq! Rabe, du reket limêj bike. Bila bi awayekî caiz û ne dirêj bin.” Dûvre wiha domand: “Dema yek ji we roja înê dikeve hundir û îmam xutbeyê dixwîne, bila du rek‘et limêj bike û bi qasî ku caiz be, bila kin bike.”[4]

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê limêja înê û ehkamên wê de, ji kerema xwe nivîsa ku lînka jêr de bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/delillerle-cuma-namazi.html



[1] Buxarî, Cumu‘e, 36; Muslim, Cumu‘e, 11-12.

[2] Buxarî, Cumu‘e, 33; Muslim, Cumu‘e, 54-58.

[3] Muslim, Cumu‘e, 57.

[4] Muslim, Cumu‘e, 59.