Ma helal e ku mirov di gava limêja înê de li ser înternetê karê kirîn û firotinê bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêja Înê Tarih: 10 Şubat 2014

Pirs: Bi rêya malperê 24 seetan online malên fîrma me tên firotin. Pirsa min ev e: Di dema limêja înê de divê ku em malpera xwe bigirin an na? Eger em bigirin jî li gorî wexta limêja kîjan bajarî divê em bigirin? Navenda fîrma me li Stenbolê ye, li ser meselê li Stenbolê me malpera xwe girt. Li Amedê yekî ji limêja înê derketiye, ji ber ku malpera me girtiye dê nikaribe tiştekî jê bikire. Lê belê wî kesî li Amedê di wexta limêjê de dev ji kirînê berdabû û çûbû limêja xwe. Piştî limêjê dixwaze tiştekî bikire; encax ji ber ku navenda fîrmayê li Stenbolê ye di seeta derketina wî de malper dê girtî be! Divê em çi bikin?

Bersiv: Limêja înê ne li ser şirketê, belbî li ser kesên di şirketê de dixebitin, ferz e. Ji ber vê yekê navenda şirketê li ku dibe bila bibe, ne muhîm e. Li kîjan herêmê be, dema limêjê hat ê/ên li wê derê kar dikin, divê ku here/herin limêja înê. Yanî li ser wî/wan ferz e.

Kirîn û firotin, di wextê limêjê de hatiye qedexekirin. Lewra, ev dibe asteng ji bo beşdarbûna limêja înê. Li gorî vê, ên ku naçin limêjê, kesên ku li gorî herêma xwe yên berî (ji bo yên li rojhilat dijîn) seeta navenda şirketê limêj dikin an jî paştî (ên li rojava dijîn) wê limêj dikin, dema bi rêya înternetê tiştekî bikirin, tu mehzûreke wê, ji were tune ye.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Kesê li leşker e ji bo limêja xwe ya înê divê çi bike? 10.02.14 1.370
2 Ji bo çûna limêja înê, ma lazim e ku ez ji xwediyê kar destûrê bistînim? 10.02.14 1.276
3 Ji ber qelebalixiya kar, ma dibe ez neçim limêja înê? 10.02.14 1.245
4 Kesê ku limêja înê nekiribe, ma ew ê limêja nîvro digel sunetên wê bike? 10.02.14 1.399
5 Kesê ku di nav limêja înê de desmêja wî bişikê divê çi bike? 10.02.14 1.258
6 Kesê xutba înê dixwîne, ma ne pêwîst e ku li pêşiyê limêj jî bike? 10.02.14 1.355
7 Ma roja înê dema xutbe tê xwendin, limêjên sunet tên kirin? 10.02.14 1.286
8 Seqetên ku beşdarî limêja înê dibin gelo ferza wê ji stûyê wan derdikeve? 10.02.14 1.358
9 Li gorî mezhebê Henefî, îro li Tirkiyê limêja înê tê kirin an na? 10.02.14 1.372
10 Ma rast e ku pîrek, roja înê nikarin limêja nîvro bikin? 10.02.14 1.265
11 Ma limêja înê li ser pîrekan jî ferz e? 10.02.14 1.309
12 Ma di gava limêja înê de kirîna tiştekî ji kantînê caiz e? 10.02.14 1.250
13 Li gorî mezheban ji bo limêja înê herî kêm divê çend kes hebin? 10.02.14 1.318
14 Ma helal e ku mirov di gava limêja înê de li ser înternetê karê kirîn û firotinê bike? 10.02.14 1.237
15 Gelo tu hewcedarî bi ezana ku beriya xutba înê tê xwendin heye? 10.02.14 1.412
16 Ma pîrek roja înê, limêja xwe ya nîvro kengî dikarin bikin? 10.02.14 1.338
17 Ma limêja înê çend qam e? 10.02.14 1.467
18 Li welatên Mislimanan limêja înê çend qam tên kirin? 10.02.14 1.309
19 Piştî limêja înê, ma divê ku meriv limêja nîvro jî bike yan na? 10.02.14 1.500
20 Gelo di kîjan şert û mercan de limêja înê tê terkkirin? 10.02.14 1.263