Fetwayen Kurdi
Dema meriv bi cenabet be yan jî pîrek di xwînmehê de be, gelo durist e ku mirov diranê xwe dagire?

Dema meriv bi cenabet be yan jî pîrek di xwînmehê de be, gelo durist e ku mirov diranê xwe dagire?

Pirs: Dema meriv di rewşeke ku tê de xusul lazim dike de diranê xwe dagire, divê meriv çi bike? Ango pêwîst e ku meriv wê macûnê ji ser diran rake?

Bersiv: Naxêr, ne lazim e. Lewra derxistina wê macûnê ji diranan ji we re ne karekî hêsan e. Li aliyê din, di ayeta ku desmêj û xuslê bi me dide danasandin, Xwedê Teala wiha ferman dike:

Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe…[1]

Di ayeteke din wiha ferman dike:

Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.”[2]

Wekî din, li gorî mezhebe Şafiî û Malikî dev û poz ne ji ezayên der ve, belbî ji yên hundir tên hesibandin. Ji ber vê yekê di dema xuslê de li ba herdu mezheban, şûştina dev û poz ne ferz e, belbî sunet e. Hûn dikarin li gorî wê ‘emel bikin.



[1] Maîde, 5/6.

[2] Hec, 22/78.