Pirs: Di çavkaniyeke ku min serî lê da, derbas dibû ku; “dema li hember fetwaya ku tê dayin di hundirê însên de şek û guman çêbibe, îbadeta însên ya di wê mijarê de ne durist e.” Di mijara duristbûn an jî neduristbûna girtina xuslê ji bo kesê ku diranê xwe qilifkiriye û hwd. di mezhebê Henefî de li gorî fetwaya Diyanetê û pirê kesan bi awayê; ku durist e, li aliyê din li gorî hindik kesan; ne durist e. Digel ku ez bi fetwaya Diyanetê ‘emel dikim jî bi min re hin weswese û guman jî heye. Bi vê re girêdayî, gelo îbadeta ku ez dikim durist e yan na? Eger bi min re guman hebe, gelo ez û yên ku mîna min dikirin ji peywirdariyê xelas dike? Em kesên muqelid (teqlîda mezhebekî dikin) sirf bi ‘emelkirina bi fetwayê mesûl in?
Bersiv: Kesên ku nikaribin xwe bigihînin çavkaniyan û muqayesa delîlan bikin, ji kesên ku baweriya wan bi wan tê, ji seyda û bi nerînên mezheban dê ‘emel bikin. Bi şertê ku ev tiştê tê teqlîdkirin ne li dijî hukmekî aşkere ji ayet û hedîsan be, ji aliyê dînî ve tu mehzûrek di ‘emelkirina bi tiştekî wiha de tune ye.
Lê mixabin nerîna ku dibêje desmêj û xusul ji ser meriv ranabe, yek ji mijarên ku serê însanan tevlihev kiriye.
Etiketlər: dagirtina diranan ma asteng e ji bo girtina desmêjê, dagirtina diranan ma dibe asteng ji bo rabûna xuslê, dagirtina diranan û Îbn Abidîn, diyanet û fetwa dagirtina diranan, ku meriv muqellid be, li gori mezhebê Henefî dagirtina diranan, teqlîdkirina mezheban
Sıra     | Başlık | Tarih    | Okunma     |
---|---|---|---|
1 | Ma qilifkirin an jî dagirtina diranê ku naêşê, caiz e? | 10.02.14 | 1.182 |
2 | Gelo çêkirina diranan caiz e yan na? | 10.02.14 | 1.140 |
3 | Dema meriv bi cenabet be yan jî pîrek di xwînmehê de be, gelo durist e ku mirov diranê xwe dagire? | 10.02.14 | 1.138 |
4 | Dagirtin an jî qilifkirina diranan, ma dibe asteng ji bo rabûna xuslê? | 10.02.14 | 1.281 |
5 | Di mijara dagirtina diranan de, gava li gorî fetwayê ‘emel bê kirin, ma meriv ji berpirsyariyê xelas dibe? | 10.02.14 | 1.098 |