Fetwayen Kurdi
Di mezhebê Henefî de, mesihkirina li ser goreyan çawa tê kirin?

Di mezhebê Henefî de, mesihkirina li ser goreyan çawa tê kirin?

Pirs: Li gorî mezhebê Henefî, ma duriste ku mirov li ser goreyan mesih bike?

Bersiv: Di mezhebê Henefî de ji bo mesihkirina li ser goreyan du şert hene:

1. Divê gore, xwe li lingê mirov bigirin bi awayekî ku ji ber xwe ve dernekevin.

2. Ne tenik bin, bi awayekî ku rengê lingên mirov tê de xuya be.

Hemî goreyên ku îro zilam dixin lingên xwe munasibî vê tarîfê ne. Encax goreyên ku jin dixinê û rengê lingên wan didin nîşandan ne wiha ne. Ev agahî, di pirtûkên derheqê mezhebê Henefî tevan de derbas dibe. Mena stûriya goreyan ku ne tenik bin ango ne şefaf bin. Îbn Abidîn, stûriya goreyan, “bi awayekî ku ji ziraviya wan binê xwe nedin nîşandan” îfade kiriye.[1]

Birêdeçûna bi goreyan ne ku mirov wan, wekî pêlavê bikar bîne. Lewra gore, bi çi mebestê hatibe lixwekirin, birêdeçûna wê qonaxê bi xwe ye, ne qonaxeke din e. Em hemî dizanin, temamê goreyên ku îro em dixin lingên xwe, ji bo birêdeçûna qonaxeke wiha, saxlem û tekûz in.

Ji aliyê deh sehabiyan -havalên- Pêxember (s.a.w) hatiye ragihandin ku wî li ser goreyan mesih kiriye. Îmam Ebû Henîfe, berê di baweriya ku divê gore binê wan bên taban kirin de bû. Lewra wê demê wekî pêlavê mirov dikare bikar bîne. Lê belê piştre dev ji vê nerîna xwe berdaye.

Di encamê de di mezhebê Henefî de fetwa hatiye dayin ku li ser goreyan mesih tê kirin.[2]



[1] Îbn Abidîn, Reddu’l-Muxtar, Stenbol 1984, I, 269.

[2] Mehmûd kurê Mewdûd el-Mewsillî, el-Ixtiyar, Beyrût 1395/1975, I, 25.