Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku bêjeya “Amîn” ji Cihûyan derbasî çanda Misilmanan bûye?

Ma rast e ku bêjeya “Amîn” ji Cihûyan derbasî çanda Misilmanan bûye?

Pirs: Bêjeya “amîn” ya ku piştî Fatihê yan jî duayan, em bi kar tênin, tê çi menayê? Di hin çavkaniyan de derbas dibe ku ev bêje, ji koka “amen”ê tê û navê xwedayekî kevn ê Cihûyan e. Gelo tu rastiyek ji vê re heye? Û bi çi sedemî piştî Fatihayê, em dibêjin amîn?

Bersiv: Gotina amîn sunet e. Ev tişt, hem ji aliyê Pêxember (s.a.w) hatiye kirin û hem jî hatiye tewsiyekirin. Hedîsên bi mijarê re têkildar in wiha ne:

Ebû Hureyre (x.j.q) wiha dibêje: “Qasidê Xwedê (s.a.w) kerem kir ku: “Dema îmam got amîn, hûn jî bibêjin amîn. Lewra amîna kê rastî amîna firîşteyan were, hemî gunehên wî yên derbas bûyî tên bexşandin.” Îbn Şihab dibêje ku: Qasidê Xwedê (s.a.w) digot amîn.”[1]

Riwayeteke din a ku di Sehîha Buxarî de derbas dibe wiha ye:

Dema qarî (xwendevan) got amîn, hûn jî bibêjin amîn. Lewra firîşte jî dibêjin amîn. Amîna kê rastî amîna firîşteyan were, hemî gunehên wî yên derbas bûyî, tên bexşandin.”[2]

Misilmanên li çavkaniyan dinihêrin û dibêjin ku ev bêje ji Îsrailiyatan hatiye, gelo çima bi van agahiyên ku li jor di çavkaniyan de derbas dibin, îtibar nakin. Çêderka bêjeyê bê ka ji kîjan zimanî tê, çi girîngiya wê heye? Bikaranîna wê ji aliyê Pêxemberê me (s.a.w), ji bo kesê Misilman, ma ne kafî ye?

Ji bo bersiveke manendê vê ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sumer-kitabeleri-ve-dinler-arasindaki-iliskiyi-nasil-degerlendiriyorsunuz.html

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê koka bêjeya amîn de û wateyên wê de ji kerema xwe re li çavkaniya ku di navnîşana jêr de ye binihêrin:

http://www.islamansiklopedisi.info/dia/pdf/c03/c030032.pdf



[1] Buxarî, Ezan, 112; Muslim, Selat, 72, (410); Muwetta, Selat, 44, (1, 87); Ebû Dawûd, Selat, 172; Tirmizî, Selat, 185; Nesaî, Îftitah 34, 35; Îbn Mace, Îqamet, 14.

[2] Buxarî, De‘awat, 63.