Fetwayen Kurdi
Gelo durist e ku meriv dua ezanê, digel cemaetê li mizgeftê bi hev re bixwîne?

Gelo durist e ku meriv dua ezanê, digel cemaetê li mizgeftê bi hev re bixwîne?

Pirs: Di duayê ezanê de ya baş ku meriv bi hev re dua bike yan jî her kes bi serê xwe duaya wê bixwîne?

Bersiv: Di duayê ezanê de tiştê muwafiqî suneta Pêxember (s.a.w), her kesê ku dengê ezanê biçê, bi tena serê xwe duayê wê bixwîne.

Ji Pêxember (s.a.w) hatiye ragihandin ku dema muezzin ezan dixwend wî jî gotinên wî dubare dikirin û piştî ku ezan xelas dibû duayê ezanê dixwend.[1]

Li hember vê bi tu awayan nehatiye ragihandin ku wî bi cem‘etî bi civatê dua daye xwendin.



[1] Bnh. Buxarî, Ezan, 8.