Fetwayen Kurdi
Ma tu esil ji duayê “Kenzu’l-‘Erş” û duayê “Qedeh”ê re heye?

Ma tu esil ji duayê “Kenzu’l-‘Erş” û duayê “Qedeh”ê re heye?

Pirs: Hûn dikarin di derbarê duayê “Kenzu’l-‘Erş” û duayê “Qedeh”ê de agahiyê bidin? Gelo xwendina van duayan rast e?

Bersiv: Duaya Kenzu’l-‘Erş û Qedehê, duayekî ku ne di dema Pêxember (s.a.w) û ne jî di dema sehabiyan de tune bûye. Ev, di demên pir paş de derketine holê û bi hin jimarên curbicur û bi sozan, bi mubalexeyan hundirê wê hatiye dagirtin. Ji dêla van duayan, divê ku meriv bi duayên ku di ayet û hedîsan de hatine tewsiyekirin digel hînkirina mena wan û bi wan ji Xwedê Teala re dua bike.

Ji bo dîtina duayên ku ji Pêxember (s.a.w) hatine ragihandin, em dikarin pirtûka Îmam Newewî ya bi navê “el-Ezkar” (Duayên ji Pêxemberê me), tewsiya bikin.