Fetwayen Kurdi
Hukmê dawetê çi ye?

Hukmê dawetê çi ye?

Pirs: Hukmê dawetê -li gorî dînê Îslamê- çi ye?

Bersiv: Li gorî dînê Îslamê çêkirina dawetê caiz e. Heta ji bo îlankirina zewacê lêdana daholê ji aliyê Pêxember ve (s.a.w) hatiye emirkirin. Di dema dawetê de tiştê herî girîng ku meriv xwe ji tiştên di dîn de hatine qedexekirin, biparêze. Divê ku meriv, di babeta leyistina mêr û jinên biyanî bi hev re û acizkirina cîranan bi dengê saz û hwd. xwe dûr bigire û biparêze.