Fetwayen Kurdi
Hukmê lêxistina daholê di dawetan de çi ye?

Hukmê lêxistina daholê di dawetan de çi ye?

Pirs: Di dawetan de hukmê lêxistina daholê çi ye?

Bersiv: Tu mehzûra lêxistina saz di dawetan de tune ye. Meriv dikare di dawetên xwe de li daholê bixe. Lê belê di vir de xaleke pir girîng heye ku divê em ji bîr nekin û her gav di bala me de be. Ew jî -bi taybetî li bajarên mezin- bi kesên ku em mecbûr in bi hev re bijîn û cîranên xwe yên ku divê em ji van re baş bin û divê di jiyana civatî de bi hev re xweş derbas bikin. Ji vê bonê divê ku em wan nerihet nekin û huzûra wan nerevînin. Bi hinceta ku em dawetê dikin, lêxistina daholê li ber deriyê xelkê û nerihetkirina wan, zêdegavî û xwarina heqê mirovan e. Eger dawet li gund be, kirina dawetê li meydana gund pêkan e. Lê belê di nava bajaran de dîtina meydanan ji bo dawetê pir ne pêkan e. Ji bo kêf û şahiyan, divê ku mirov li hin cihên munasib bigere. Bi taybetî jî divê ku meriv di vê mijarê de heydar be.