Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare beşdarî dawetên ku tê de heramî tên kirin, bibe?

Ma meriv dikare beşdarî dawetên ku tê de heramî tên kirin, bibe?

Pirs: Eqrebayên me yan jî dost û cîranên me, dawetê dikin. Di salona dawetê de mêr û jin li nav hev in û ji ber ku saz jî lê tê xistin, di çûn an jî neçûnê de dudilî bi me re çêdibe. Lê belê, em naxwazin dilê wan jî bihêlin. Ez dixwazim hîn bibim, ji aliyê dînî ve gelo divê ku em biçin an jî neçin?

Bersiv: Eger di dawetê de rewşên ku dînê me vê rast nadêre yan jî destûrê nadê hebin, divê ku hûn beşdarî wan cihan nebin. Di serî de leyistina mêr û jinan li biyanî di heman cihî de bi çek û pergalên ne munasib, îkramkirina mey, şerab û tiştên heram li vexwendiyan ji wan rewşên qedexekirî ne. Eger di cihê dawetê de tiştekî wiha tune be, divê ku hûn beşdarî wê dawetê bibin û mafê merivantî û cîrantiyê bînin cih.

Lê belê, ji bo têkilatiya însên ji meriv û cîranên ku di dawetên wan de saz û mêr û jin di heman cihî de bi hev re dileyizin, neyê birîn, beriya ku lîstik dest pê bike, meriv dikare bûkê-zavê û malbatan pîroz bike, hebe diyariya xwe pêşkêş bike û dema lîstik dest pê kir, meriv dê ji qada dawetê here. Ev jî rêyek e.