Fetwayen Kurdi
Ma di şevên qendîlê de dawet an jî nîşanî tê kirin?

Ma di şevên qendîlê de dawet an jî nîşanî tê kirin?

Pirs: Min ji bo dawetê ji zû de salon kirê kiribû; lê belê roja dawetê rastî şeva Rexayibê tê. Gelo tu mehzûrek wê heye?

Bersiv: Kirina nîşanî yan jî dawetê di şeva Raxayibê de ji aliyê dînê ve, tu mehzûrek wê tune ye. Lê belê, ji vê zêdetir tiştên ku dê li salona dawetê bên kirin, girîng in.

,Mêr û jinên ji aliyê dînî ve li hev heram in ango dikarin bi hev re bizewicin, li heman cihî bi awayekî vekirî bin, bi hev re bileyizin an jî dansê bikin, ev tiştê han bi tu awayî Xwedê Teala jê razî nabe. Tiştê ku divê meriv bala xwe bidê, ev e. Ji xincî vê, ku dawet rastî şeva Rexayibê yan jî şevên qendîlê bê, di vê de tu mehzûrek tune ye.