Fetwayen Kurdi
Aqil çi ye? Di Îslamê de ji bo mukelefbûnê, divê meriv çiqas biaqil be?

Aqil çi ye? Di Îslamê de ji bo mukelefbûnê, divê meriv çiqas biaqil be?

Pirs: Aqil çi ye? Di Îslamê de ji bo mukelefbûnê, divê meriv çiqas biaqil be?

Bersiv: Biaqil û kesê xwedî aqil, wekî têgeheke huqûqî ku meriv ji aliyê melekeyên zihnî ve têra xwe bike û meriv baş û nebaş, kar û zirarê jihev derxe re tê gotin.

Dema aqil û qabiliyeta temyîzê xira bibe, berpirsyariyên olî ji ser meriv radibin. Di vir de tiştê balkêş û herî girîng, di dema taserufkirin û kirina karekî de ka gelo qabiliyeta jihevveqetendina ya baş û nebaş bi meriv re heye yan tune ye. Lewra hin nexweşî hene ku her dem qabiliyet û hêza meriv ya temyîzê ji holê radike, hinên din jî hene hêza temyîzê ne her dem belbî hin caran radikin. Di vir de nexweş, di demên ku heşê wî li serê wî be ji kar û kiryarên xwe, berpirsyar e. Mîna kesên bi nexweşiya sarayê ne, di navbera herdu nobetan de aqlê wan li serê wan e. An jî yên di xewa xwe de digerin, di demên din de hêza wan a temyîzê heye.[1]



[1] Bendên “Âkıl” û “Akıl Hastalığı” ji nivîsên Hamdi Döndüren ên di Ansîklopediya Şamil İslam û ya Diyanetê.