Fetwayen Kurdi
Dînên ku limêj li wan ne ferz e, ma lazim e ku xusla cenabetê ji ser xwe rakin?

Dînên ku limêj li wan ne ferz e, ma lazim e ku xusla cenabetê ji ser xwe rakin?

Pirs: Kurekî dîn ê cîranê me heye. Bibexşînin, em dikarin bibêjin ku her roj bi cenabet dikeve. Ji ber ku sobe bi ser xwe de aniye xwarê, şewatên wî yên giran jî hene. Dayika wî, da ku serê wî bişû bi zorê dikare wî zebt bike. Ev pîrek, divê çi bike?

Bersiv: Di dînê me de ji şertên mukelefbûna bi îbadetan yek jê jî ku meriv bi aqil be. Eger ew zarok ji aliyê seqetiya aqil ve, di asta ku nikaribe limêjê bike de be, ne pêwîst e ku xuslê jî ji ser xwe rake. Lewra rakirina xuslê ji bo limêjê şert e.[1] Ji vê bonê ne ku çi dema bi cenabet bibe; belbî divê dayika wî çi dema pêwîstî bi serşûştina wî çêbibe, serî wî bişû.

Xwedê Teala di ayeta bi mijarên desmêj, xusul û teyemumê re têkildar e, wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn limêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişûn, serê xwe mesih bikin herdu lingên xwe digel gwîzekan jî. Eger hûn bi cenabet bin xwe ji cenabetiyê paqij bikin. Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin. Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike da ku hûn Wî bişêkirînin.”[2]



[1] Maîde, 5/6.

[2] Maîde, 5/6.