Fetwayen Kurdi
Kesê kor, gelo dikare li pêşiya cemaetê îmamtiyê bike?

Kesê kor, gelo dikare li pêşiya cemaetê îmamtiyê bike?

Pirs: Kesê kor di halê ku ehliyet û zanebûna wî hebe, dikare bi îmamtî li pêşiya însanan limêj bike?

Bersiv: Kesê kor, dema ehliyet û zanebûna wî ya ji bo limêjê hebe, di îmamtiya wî ya li pêşiya mirovan tu mehzûrek tune ye. Pêxember (s.a.w) dema biçûna derveyî Medîneyê, ji bo wekîlî û limêjkirinê, ji sehabiyan Ebdullah kurê Ummî Mektûm yê kor li şûna xwe dihişt. Ji Henefiyan hin zanyar hene ku îmamtiya kesê kor, mekrûh dibînin. Ew, sedemê vî tiştî wiha rave dikin; ji ber ku kesên kor çavên wan nabîne, îhtimala ku kincên wan nepak û paqij bin heye.

Li gori mezhebê Şafiî, di majara îmatiyê de tu ferq di navbera kesên kor û yên bîner de tune ye. Li gorî mezhebên Malikî û Henbelî jî îmamtiya kesên kor caiz e; encax ji ber nîşandana ehemiyetê ji aliyê paqijiyê ve, ên saxlem ango bîner tên tercîhkirin.[1]

Ango korên ku li kincên wan nepaqijiyên ku bibin sedem ji bo neduristbûna limêjê tune be û ehliyeta wan a ji bo limêjkirina bi îmamtî hebe, dikarin li pêşiya mirovan limêjê bikin û tu mehzûrek tê de tune ye.



[1] Ahmet Özel, “A’mâ”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), Stenbol 1989, II, 554.