Fetwayen Kurdi
Seqetên ku beşdarî limêja înê dibin gelo ferza wê ji stûyê wan derdikeve yan an?

Seqetên ku beşdarî limêja înê dibin gelo ferza wê ji stûyê wan derdikeve yan an?

Pirs: Ez merivekî bi uzr im. Ez pênc wext limêja xwe dikim. Ji bo limêja înê jî bê ku ez zehmetiyê bibînim û zehmetiyê bidim arîkarê ku bi min re tê, ez diçim limêjê. Gelo ji ber ‘uzrê min limêja înê ji min re dibe nafîle (sunet)? Min ji seydayan bihîstiye ku dibêjin, limêja înê li ser ên xwedî ‘uzr ne ferz e. Ji vê bonê piştî limêja înê û çar rek‘etên dawî ez ferza limêja nîvro û sunetên wê dikim. Gelo bersiva pirsa min çi ye?

Bersiv: Heta ku hûn bikaribin biçin limêja înê, we ferza wê ji ser xwe rakiriye. Ên ku limêja înê li ser wan ne ferz e, kesên ku ji ber ‘uzr û sedemekî li rê û rewa, nikaribin biçin limêjê.

Di pirtûkên fiqhê de tê îfadekirin ku kesên nexweş dema biçin limêjê bitirsin ku dê nexweşiya wan zêde bibe yan jî dê dereng rihet bibe, nexweşên nav nivînê û yên ku lingên wan jêbûne, li ser wan ne ferz e. Lê belê digel wî halê xwe eger hûn biçin û limêja xwe ya înê bikin, hûn ji limêja wê rojê ya nîvro xelas dibin.

Ên ku neçin limêja înê, divê ku limêja nîvro ya wê rojê bikin.