Fetwayen Kurdi
Seqetên ku nikarin tu karî bikin, gelo dikarin pereyê xwe di faîzê de razênin?

Seqetên ku nikarin tu karî bikin, gelo dikarin pereyê xwe di faîzê de razênin?

Pirs: Yekî ku rewşa wî ya madî nebaş e, tu dahatuyeke wî ya sabit jî tune ye û ji ber ku seqet e jî nikare tu kar û xebatekê bike, miqdarek pereyê wî heye. Ev kesê ha, gelo ji bo debara jiyana xwe, dikare pereyê xwe bi faîzê di Bankekê de razêne û faîzê bigire?

Bersiv: Di dînê me de faîz, ji bo her misilmanî bi awayekî teqez, hatiye qedexekirin. Seqetî, betalî, meriv ji ticaretê fêhm neke û rewşên mîna wan, faîzê rewa û meşrû nadêrin û nabin sedem ji bo ku meriv faîzê bistîne, bigire.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Ên ku ribayê dixwin, tevgera wan mîna tevgera kesê ku şeytan ketibe hundirê wî û bi aqlê wî lîstibe. Ev, bi sedem ku dibêjin ‘kirîn û firotin jî her wekî selefê ye’. Hal ev e ku Xwedê kirîn û firotin helal kiriye û selef jî heram kiriye. Êdî ji vêga û pê de ji kê re ji cem Xwedayê wî şîretek were û ew dev ji selefê berde, vêca tiştên berê bûne jê re ne û karê wî spareyî Xwedê ye. Kî dîsa li selefê vegere, ha ew ehlê êgir in û heta hetayê dê tê de bimînin.

Xwedê selefê kêm dike û sedeqeyan jî pir dike. Xwedê ji hemî nankorên gunehkar hez nake.

Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karên rind kirin, bi duristî û berdewamî nimêj kirin û zekat dane, ji wan re li cem Perwerdegarê wan xelata wan heye û ne tirs li ser wan heye û ne jî ew xemgîn dibin.

Gelî bawermendan! Ji Xwedê bitirsin. Eger birastî hûn xwedanbawer in ji selefê çi mabe dev jê berdin.

Eger hûn vê nekin bizanin ku; ji aliyê Xwedê û Qasidê wî ve li hemberî we şerekî dijwar heye. Eger hûn poşman bibin, jê vegerin, vêca sermiyanê we her ji we re ye; ne hûn zilmê bikin û bila li we jî zilm neyê kirin.”[1]

Eger meriv bi xwe nikaribe pereyê xwe di ticaretê de bixebitîne, bi kesên ku meriv bi wan ewle ye ayn jî bi saziyên finansê yên ku faîzê nakin -li ser hevpariya kar û zirarê-, meriv dikare hevpariyên curbicur pêk bîne û pereyê xwe bide xebitandin.



[1] Beqere, 2/275-279.