Fetwayen Kurdi
Hukmê jiyana hevzayendiyê -sirf ji aliyê hestî ve- çi ye?

Hukmê jiyana hevzayendiyê -sirf ji aliyê hestî ve- çi ye?

Pirs: Ez merivekî hevezayend im. Ez hevdeh salî me û meyla min li ser mêran e. Lê belê, ez ji malbeteke oldar têm û ez bi xwe jî oldar im. Di vê mijarê de ez bi bijîşkan re şêwirîm û ji min re gotin ku hevezayendiya te naguhere. Di lêkolînên ku min jî kirine de ez fêr bûm ku hevezayendî tiştekî genetik e û di şert û mercên îroyîn ên bijîşkê de nayê guhertin. Lê belê tiştê ez meraq dikim: Eger di temamê emrê xwe de ez bi xwe karibim û nekevim tu têkilatiya cinsî gelo ev ji min re dibe guneh? Û eger ez nekevim tu munasebeta cinsî, sirf ez têkiliyeke hestî bijîm, dibe guneh? Ji niha ve, ez spasiya we dikim. Rica dikim, pêdiviya min bi arikariyê heye. Ez bawer im di vê mijarê de pêdiviya pir însanên ku di rewşa min de jî bi arikariyê heye.

Bersiv: Ji ber ku hûn mêr in, hewl bidin ku mîna mêran tev bigerin. Xwedê Teala têkilatiya cinsî ya mêran bi mêran re qedexe kiriye û di derbarê gelê Lût ên ku ev kar dikirin wiha ferman kiriye:

Me Lût jî bi qasidî hinart; wî ji gelê xwe re wiha got: “Ma hûn wê pîsîtiya ku tu gelên beriya we nekiriye, dikin?

Hûn jinan dihêlin û bi dilbijênî bi mêran re radizên. Birastî hûn civateke ji serxweveçûyî ne.”

Bersiva gelê wî bi tenê ev bû; wan ji welatê xwe derxin. Lewra ew mirovine ku xwe pak didêrin!

Vêca Me Lût û malbata wî rizgar kirin; jina wî ne tê de ew bû ji helakbûyiyên li paş man.

Me baranek bi ser wan de barand. Vêca de binêre ka encama gunehkaran çawa bû!”[1]

Tiştê ji we tê xwestin, heta ji destê we were ku hûn berpirsyariya mêrantiyê ya ku li we hatiye barkirin, bînin cih û ji Xwedê Teala alîkariyê bixwazin. Ji tiştên ku hêza we nagihêjê jî hûn ne berpirsyar in. Ango ji ber ku meyla we li ser jinan tune ye, hûn bi yekê re nezewicin, hûn nakevin bin tu mesûliyetê.



[1] E’raf 7/80-84.