Fetwayen Kurdi
Herçiqas zor û zehmet bû jî, êdî min dev ji gaytiyê berda?

Herçiqas zor û zehmet bû jî, êdî min dev ji gaytiyê berda?

Pirs: Seyda, min bersiva pirsa xwe ya di derbarê hevezayendiyê de xwend. Xwedê Teala ji we razî be. Li aliyê din, we pirs û bersiva wê di malpera xwe de par ve kiriye. Belbî bala hinekan bikişîne, min jî ev pirs û bersiva wê ji hemî hevalên xwe yên gey re şand. Herçiqas zor û zehmet bû jî min dev ji karê kirêt berda. Min şîretên we, hemî bi cih anîn. Navnîşana xwe ya MSNê girt, karta telefona xwe şikand û min pêwendiyên xwe bi hemî hevalên xwe re birî. Xwedê bê erê, bi derbasbûna demê ez ê hînî vê rewşê bibim. Min dest bi limêjê jî kir. Seyda, çi gava ez hatim bîra we, ji min re dua bikin. Birastî jî we bersiva pirsa min, pir xweş daye. Xweziya hin kesên din ên mîna we zana hebûna, da ku geyan hişyar bikirina! Bi vî awayî, dê pir kesan jiyana xwe ya axretê xelas bikirana. Ya min, ji duakirina ji bo hevalên xwe pê ve tu tiştekî din ji destê min nayê! Di nav wan de însanên pir baş jî hene. Tevdên wan, di serî de li pey evîn û hezkirinê ne, piştre dikevin rêyên nebaş. Careke din ez pir pir spasiya we dikim. Xwedê ji we razî be.

Bersiv: Birayê me yê birêz,

Beriya her tiştî, ji bo vê rêya pîroz û mubarek ku hûn ketinê, em we Pîroz dikin. Xwedê Teala dost û arîkarê we be. Naskirina şaşîtiya karên ku we dikirin û poşmaniya we, nîşana pakîtî û safîbûna dilê we ye.

Kirina gunehan, însên ji dîn dernaxe. Ya girîng ew e ku meriv bi gunehên xwe bizanibe, ji wan poşman bibe û li ser gunehan israr meke.

Xwedê Teala di derbarê kesên ji gunehên ku berê kirine, poşman bûne û tobe dikin, wiha ferman dike:

 “Ew ên ku dema gunehekî mezin î kirêt dikin an jî li xwe zilmê dikin, Xwedê di bîra xwe tînin, vêca ji Xwedê lêborîna gunehên xwe dixwazin. Ji Xwedê pê ve kî dikare gunehan bibexşîne? Ew, bi zanebûn li ser kirinên xwe yên nerind jî rikdarîyê nakin.

Xelata wan li cem Rebbê wan lêborîn e û bihiştên ku di nav wan de çem diherikin û ew heta hetayê tê de dimînin. Xelata xebatkaran çiqas rind e!”[1]

“Ew ên ku bawerî bi ayetên Me tînin, dema bên cem te, ji wan re bibêje: Silav li ser we be, Xwedayê we li ser xwe merhemet misoger kiriye; bêguman ji we, ew kesê bi nezanî nerindiyekê bike, piştî wê tobe bike û xwe rast û durist bike, bêguman Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.”[2]

Herçî wan ên ku kiryarên nebaş kirin û piştre tobe kirin û bawerî anîn, bêguman Perwerdegarê te piştî wê pir gunehveşêr e, pir dilovîn e.”[3]

Paşê, birastî Xwedayê te ji bo yên ku bi nezanî guneh kirin, piştî hingê poşman bûn û xwe rast kirin, bêguman Xwedayê te piştî vê helbet gunehjêbir e, dilovîn e.”[4]

Bêguman Ez, ji bo wî kesê ku poşman bibe, bawerî bîne û karê qenc bike, paşê di rêya rast re here, pir bexşende û tobepejrên im.”[5]

 “Gelî bawermendan! Ji dil û can bi bal Xwedê ve tobe bikin. Hêvî heye ku Rebbê we li gunehên we bibore û we bixe bihiştên ku di nav wan de çem diherikin. Ew roja ku Xwedê, Pêxember û bawermendên digel wî riswa nake…[6]

Kîjan guneh hatibe kirin bila hatibe kirin, çi dema însan birastî tobe bike, Xwedê Teala gunehên wî yên berê, jê dibe. Ev fermana Xwedayê ku em afirandine, me dijîne û gava ecelê me bê, dê me bimirîne û piştre dê me vejîne. Eger birastî we ji kirinên jiyana xwe ya li paş maye tobe kiribe, êdî divê hûn wan tune bihesibênin. Niha li pêşiya xwe binihêrin û hesabê ka hûn ê çawa helwestên rast û tekûz derxin holê, bikin.

Niha karê sereke, ku hûn wergera Qur’ana Pîroz hêdî hêdî digel naskirina mena wê, çend caran bixwînin. Xwendina Qur’anê bê fêhmkirin, tu fêdê nade însên. Xwendina ayetekê bi tenê digel fêhmkirinê, ji xwendina pir rûpelên bê mana, bi xêrtir e. Dema hûn ji bo fêrbûna wê hewl bidin, hûn ê bibînin ku Xwedê Teala alîkariya we dike û di demeke kurt de hûn ê pir bi pêş de biçin. Dema hûn dilê xwe ji Qur’anê re vekin, Xwedê Teala jî dê fêhmkirina Qur’anê li ser dilê we veke. Bi vî awayî, hûn ê bi çavên serê xwe bibînin ku divê hûn çi bikin û xwe ji çi biparêzin.

Piştre jiyana Pêxemberê (s.a.w) hîn bibin, têkoşîna wî, ezm û sebra wî, dê hêz û qawetê bide we.

Di vê navberê de limêjên xwe bi tekûzî bikin. Dema hûn pênc wext limêja xwe bikin, dê ev we ji gunehan biparêze û bibe sedem û wesîle ji bo bexşandina gunehên we.

Di dawiyê de em tewsiya dikin ku hûn sohbetên Qur’anê yên ku di navnîşana www.kurandersi.com de ne bişopînin.

Emanetî Xwedê bin.



[1] Alî Îmran, 3/135-136.

[2] En‘am, 6/54.

[3] E‘raf, 7/153.

[4] Nehl,, 16/119.

[5] Ta-Ha, 20/82.

[6] Tehrim, 66/8.