Fetwayen Kurdi
Ava spî ya ku ji pîrekan tê, gelo desmêjê dişikîne yan na?

Ava spî ya ku ji pîrekan tê, gelo desmêjê dişikîne yan na?

Pirs: Ji bilî heyz (xwînmeh) û nîfas (çilê pîrekan) û ji demên nexweşiyê, gelo ava spî ku ji jinan tê, desmêjê dişikîne yan na?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin.[1]

Tiştên ku desmêjê dişikînin ev in. Ava spî ku ji jinan tê, ne ji wê qebîlê ye. Yanî ne tiştên ku li “daristanê” xelayê tên kirin. Ji ber vê yêkê ev av, nabe sedem ji bo şikandina desmêjê.

Di heman wextê de di vê mijarê de ne hedîseke sehîh an jî zeîf û ne jî gotinek ji sehabiyekî yan jî ji tabiîyekî nehatiye ragihandin ku bibêjin desmêj bi vê avê dişikê.

Ev av, mîna ava poz an hêstirên çavan e. Çawa ku ev herdu av ne necis in, ew av jî ne necis e û ne jî pîs e. Ji ber vê yekê ne pêwîst e ku pîrek beriya limêjê kincên xwe yên bin jî biguherînin.



[1] Maîde, 5/6.