Fetwayen Kurdi
Ma ji zirkur û zirkeçan re jî ji mîratê par heye?

Ma ji zirkur û zirkeçan re jî ji mîratê par heye?

Pirs: Pîreka ku zarokê wê çênebûbin û zarokê hewiya xwe li ber navê xwe qeyd kiribe, piştre ji mala bavê wê mîrat jê re bimîne, ji vî zarokî re jî mîrat dikeve yan na? Eger bikeve jî para wî çiqas e? An jî mîna zarokê ku bi ewladî hatibe girtin tê hesibandin?

Bersiv: Tu mafê wî zarokî di wê mîratê de tune ye. Encax eger hûn bixwazin tiştek ji mîratê bigihêje wî zarokî, bi rêya wesiyatê û bi şertê ku ji sêyeka mîratê ne pirtir be, hûn dikarin wesiyet bikin. Yê mayî ji mîratxwerên mirî re dimîne. Û ev jî heye, di dînê me de ewladgirtin, jixwe tune ye.