Fetwayen Kurdi
Ma nîhaka mut‘e di Îslamê de  heye yan na?

Ma nîhaka mut‘e di Îslamê de heye yan na?

Pirs: Di derbarê nîkaha mut‘eyê de nerîna we çi ye? Birayên me yên Caferî dibêjin ku ji sûreyê Nîsa “ayeta 4 û 24’an, li ser rewabûna nîkaha mut‘eyê delîl in.” Gelo hûn dikarin vê mijarê şîrove bikin?

Bersiv: Mut‘e; peymana ku mêr li hember malê ku dide pîrekê da ku sirf ji aliyê wê yê cinsî, istifade bike re tê gotin. Bi vê yekê, herdu alî jihev re nabin mêr û jin, di navbera wan de mijarên nefeqe, mîrat, berdan û hwd. dernakevin holê. Piştî ku ew dema hatiye diyarkirin qediya, êdî jihev deqetin.

Tê angaştkirin ku mut‘e di serdema Pêxember (s.a.w) de hatiye tetbîqkirin. Li gorî ehlisunet, ev rewş piştre hatiye qedexekirin; encax li gorî Ce‘feriyan hukmê wê hêjî berdewam e.

Herdu angaşt jî nayên qebûlkirin. Lewra di ayetên ku li Mekkeyê daketine de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên ku fercê xwe diparêzin.[1] Bi tenê li hember hevser û esîrên ku di bin hakimiyeta wan de ne, lome li wan neyê kirin.”[2]

Ferc, navek e ji bo navbera herdu lingan û derdora wê; ji ewretê mêr, jin û xortan re tê gotin.[3] Mut‘e ji ber ku yekî nake hevserê yê din, ayet vekirina cihê ewretê li cem wî kesî qedexe kiriye. Kesê ku vekirina cihê ewretê li cem qedexe be, teqez munasebeta cinsî jî pê re heram e.

Ji bo xwendina tamemê nivîsê, ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/nikah-evlilik/muta-nikahi.html



[1] Di vir de munasebeta cinsî nayê qesidkirin. Lewra ayetên bi wê menê, bi awayê “ên ku xwe ji cureyên fuhûşê dûr digirin” tê îfadekirin. Di vir de mena, nixumandina cihên ewret û şermê pê ve, ne tiştekî din e.

[2] Mu’mînûn, 23/5-6.

[3] Îbn Manzûr, Cemaluddîn Muhemmed kurê Mukerrem, Lisanu’l-Ereb, Beyrût. benda فرج.