Fetwayen Kurdi
Hukmê hezkirina ji yekê çi ye?

Hukmê hezkirina ji yekê çi ye?

Pirs: Gelo zilam dikare ji pîrekekê hez bike û di sînorên meşrû de pê re xeber bide?

Bersiv: Hezkirina zilam ji pîrekekê yan jî ya pîrekê ji zilam, ne heram e. Tiştê guneh ev e, ku zilam û pîreka jihev re biyanî ne, bê ku di navbera wan de nîkah hebe, bi tena serê bi hev re bimînin, bi destê hev bigirin, hevdu hemêz bikin û hwd. Bi mebesta zewacê, -bi şertê ku ne bi tenê bin- di hevnaskirin û xeberdana wan de tu mehzûrek tune ye. Ji bilî vê, hemî têkilatiyên ku dê meriv têxin guneh, heram in.