Fetwayen Kurdi
Temenê keçan ji bo zewacê, herî kêm divê çiqas be?

Temenê keçan ji bo zewacê, herî kêm divê çiqas be?

Pirs: Temenê keçikan ji bo zewacê herî kêm divê çend sal be? Li hin welatên ku bi şerî‘etê tê ‘emelkirin, da ku sînorê temenê zewaca bi keçên biçûk re daxin nehan, qanûnê derdixin. Keçeke neh salî meriv dikare wê bizewicîne? Eger meriv dikare li gorî çi ye ev? Şayed nikaribe jî li gorî çi meriv nikare wan bizewicîne?

Bersiv: Di temenê biçûkantiyê de meriv nikare zarokan bizewicîne. Ji bo zewacê balixbûn bi tenê ne kafî ye, belbî divê ku reşîd bin jî. Temenê reşîdbûnê jî ji ber ku li gorî herêman diguhere, dibe ku tetbîqa salên ji bo zewacê jî biguhere. Lê belê ev heye, zarokeke neh salî, ne reşîd e.

Xwedê Teala di sûreyê Nîsa ayeta 6’an wiha ferman dike:

Sêwiyan, heta çaxa zewacê biceribînin; eger hûn hişmendiya (reşîdbûna) wan bibînin vêca malên wan bispêrine wan. (Gelî weliyan!) Bi destbelavî û ji tirsa ku sêwî zû mezin bibin û ew ê malên xwe ji we bistînin, malên wan nexwin! Bila, ê ku zengîn be xwe ji malên wan dûr bigire, yê ku xizan be jî bila bi qasî pêdiviya xwe jê bixwe. Dema we malên wan da wan, li serê du şahidan rakin. Xwedê ji aliyê hesabpirsînê ve besî we ye.”

Li aliyê din, kesên ku zanîna wan a ku bikaribin vê ayetê digel ayeta 2 û 3’an ji sûreyê Nîsa bi hev re binirxînin hebe, dê bibînin ku ji bo zewacê, temenê reşîdbûnê pêwîst e.

Li gorî vê ayetê, di dînê me çaxa zewacê, “temenê reşîdbûnê” ye. Çaxa reşîdbûnê jî bi balixbûnê dest pê dike, lê belê çaxeke wisa ye ku ji bo her kesî, ne mîna hev e. Mesela dibe ku yek, dema balix bibe di heman demê de gihaştibe çaxa reşîdbûna xwe jî. Yekî din jî digel ku di ser balixbûna wî re çend sal derbas bûbûn jî hêj negihaştibe çaxa reşîdbûnê. Ên biryara gihaştin û negişatina temenê reşîdbûnê dê bidin, malbata meriv yanî weliyê meriv e. Ji vê bonê dînê me ragihandiye ku nîkah bê welî nayê birîn û nîkahên bi vî awayî, nîkahên nedurist dêraye.