Fetwayen Kurdi
Duayê desmêjê, çawa tê kirin?

Duayê desmêjê, çawa tê kirin?

Pirs: Ma mirov piştî desmêjê kîjan dua an jî duayan dixwîne?

Bersiv: Piştî desmêjê mirov kelîma şehadetê bibêje kafî ye. Li gorî hedîsa ku dê li jêr were, ev tewsiyeyek xweş e ji Pêxember (s.a.w). ‘Uqbe kurê Amir (x.j.q) gotiye ku: “Dema ku em li ba Qasidê Xwedê bûn, me karên xwe bi destê xwe dikir û şivantiya hêştirên xwe me bi dorê dikir. Rojekê bû dora min ya şivantiyê. Êvarê min deve birin axur. Ez gihaştim Qasidê Xwedê ku ji gel re sohbet dikir û min jê wiha bihîst: “Eger yek ji we xweşik desmêj bigire, piştre bi dil û rûyê xwe berê xwe bide (limêjê) û du reket limêj bike Xwedê Teala, teqez hukum dike ku ew kes dê here bihuştê. ” Min got, “çiqas xweş, çiqas xweş”, yekî ku li pêşiya min bû got, “Ya ‘Uqbe! Tiştê berê ji yê niha xweştir bû.” Min dît ku ew Umer e (x.j.q). Min jê pirsî “Tiştên berê çi bûn ya Ebû Hefse?” Wî wiha bersiv da: Beriya ku tu werî bi hindikî Qasidê Xwedê Teala got ku: “Eger yek ji we xweşik desmêj bigire, piştre bibêje “Ez şahdeyiyê didim ku ji Xwedê pê tu îlah tune ne û ez şahdeyiyê didim ku Muhemmed bende û qasidê wî ye heşt deriyên bihuştê (bi hev re) jê re vedibin ji kîjanî bixwaze dikevê.”[1]

Mebest ji îfadeya ku di hedîsê de “deriyên bihuştê (bi hev re) jê re vedibin” derbas dibe, “ya bi mena heqîqî –rastînî – wê gavê bi xwe deriyên wê jê re vedibin û li benda wî kesî ne. An jî mebest ji vebûna deriyan, wî kesî karekî wiha kiriye ku pê deriyên bihuştê vedibin.”[2]



[1] Muslim, Teharet, 17 (234); Ebû Dawûd, Teharet, 65; Nesaî, Teharet, 109.

[2] Bnh. Sünen-i Ebu Davud Terceme ve Şerhi, amadekar: Necati Yeniel, Hüseyin Kayapınar, Weşanxana Şamil, Stenbol 1987, I, 309.