Fetwayen Kurdi
Meriv dikare bi yeka ji xwe mezintir re bizewice?

Meriv dikare bi yeka ji xwe mezintir re bizewice?

Pirs: Zilam dikare bi yeka ku ji xwe mezintir re bizewice?

Bersiv: Di cudahitiya temenê bûk û zavê de tu mehzûrek şerî tune ye. Çawa ku dibe zilam mezin be, her wiha dibe ku pîrek jî ji zilam mezintir be. Lewra dema Pêxemberê me (s.a.w) bi diya me Xedîce re dizewice, ew 25 salî û diya me Xedîce 40 salî bûye. Mîna ku tê dîtin, di navbera temenê wan de bi temamî 15 sal ferq heye. Heta ev jî heye, ev zewaca Pêxember (s.a.w) ya pêşîn bû û diya me Xedîce, pîrekeke ku berê du caran zewicîbû û du zarokên wê jî hebûn.