Fetwayen Kurdi
Ma kesa/ê ku însan dê pê re bizewice, berê hatiye tayînkirin?

Ma kesa/ê ku însan dê pê re bizewice, berê hatiye tayînkirin?

Pirs: Gelo yên ku meriv dê bi wan re bizewice, dema hîn di nava diya xwe de ne, hatine kifşkirin? Hevalekî min got ku meriv hêj di nava diya xwe de ye, tê kifşkirin û ev bi duayan jî nayê guhartin. Wî jî ev gotina han ji mamosteyekî xwe bihîstiye. Digel ewqas lêkolînan, min tiştekî wiha nedît. Ma birastî jî tiştekî wiha heye?

Bersiv: Eger ya ku meriv dê pê re bizewice, berê hatibûna nivîsandin û tayînkirin, wê demê di Qur’anê de fermana bi zewicandinê, dê nehata dayin û dê behsa mijara pîrekên mehrkirina wan li meriv qedexene[1] jî nehata kirin. Gotinên bi vî awayî, ji angaşt û gotinên hin kesên ku bê delîl xeber didin pê ve, ne tiştekî din e.

Xwedê Teala mîna hemî mijaran, di mijara zewacê de jî însan serbest berdaye, da ku di encama tercîha wî de ya însan xelat bike yan jî celat bike. Eger însan, zewaceke ku Xwedê jê neqayil e û meşrû nedêraye bike, dê rastî celatê were, lê belê, eger bi yeka ku Xwedê destûr dabe re bizewice, di vê rewşê de dê wî xelat bike. Eger her tişt ji berê ve hatibe nivîsandin û temam bûbe, wê demê serbestiya însên ya hilbijartinê namîne; ji vî aliyî ve berpirsyar nedihate girtin.

Di Qur’anê de dema behsa esasên baweriyê tê kirin mijara qederê tê de derbas nabe. Ev bawerî bi îtimada li ser hin hedîsan, derketiye holê.



[1] Bnh. Nîsa, 4/22-24.