Fetwayen Kurdi
Ma lixwekirina bûkanê guneh e?

Ma lixwekirina bûkanê guneh e?

Pirs: Gelo lixwekirina bûkanê heram e? Hin kes dibêjin, ji ber ku ne tor û adeta misilmanan e, lixwekrina wê ne caiz e.

Bersiv: Dawet li gorî urf û adetan tên kirin. Lixwekirina bûkanê jî êdî bûye adet. Bi şertê ku li gorî şert û mercên nixumandin û tesetura Îslamî be, di lixwekirina bûkanê de tu mehzûrek tune ye. Bi hinceta ku lixwekirina bûkanê ji çanda rojava hatiye, lazim nadêre ku ew tiştekî ne baş be.