Fetwayen Kurdi
Ma durist e ku nîkaha dînî bê xebera malbatê were birîn?

Ma durist e ku nîkaha dînî bê xebera malbatê were birîn?

Pirs: Nîkaha dînî, gava bê destûra malbatê bê birîn, gelo dibe nîkaheke durist an na?

Bersiv: “Nîkah hem ji bo malbatê hem jî ji bo civatê, peymaneke pir girîng e. Ji vê bonê tifaqa zilam û pîrekê bi tenê li ser zewacê, na kafî ye. Di vê mijarê de her civat, li gorî bîr û baweriyên xwe, li gorî urf û adetên xwe hin qayde danîne. Beriya Îslamê li civata Mekkeyê, keç ji bav an jî ji weliyê wê dihate xwestin, mehra keçikê jê re dihat dayin û nîkah dihate birîn. Îslamê jî vê tetbîqa han pejirandiye.”

Ev, mijareke pir girîng e. Heta roja îro, mezhebên meşhûr (mîna Henefî, Şafiî, Malikî û Henbelî) bûne sedem ji bo hin şaşiyan û di vî warî de nerînên ku ne muwafiqî Qur’anê ne beyan kirine. Di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de di beşa “Araştırmalar” (Lêkolînan) de di derbarê vê mijarê de: “Nikah Sözleşmesinde Velinin Yeri” (Di Peymana Nîkahê de Cihê Welî) lêkolîneke me ya zanistî heye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nikah-sozlesmesinde-veli.html

Vê gotarê bixwînin; di bin sî û sîwana Qur’an û suneta ku şîroveya wê ye hûn ê mijarên mîna: Nîkahên muwafiqî Qur’anê, nîkaha ku Qur’an wê rast didêre divê çawa bê birîn, cihê welî di peymana nîkahê de, gelo bê xeber û destûra welî nîkah tê birîn an na û hwd. hîn bibin.

Wekî din, em tewsiye dikin ku hûn nivîsa bi sernavê “Velisiz Nikah” (Nîkaha bê Welî) ya ku di lînka jêr de ye jî bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/velisiz-nikah.html