Fetwayen Kurdi
Hukmê zêr û xişrên ku di dawet û nîkahê de tên diyarîkirin çi ye?

Hukmê zêr û xişrên ku di dawet û nîkahê de tên diyarîkirin çi ye?

Pirs: Gelo hukmê zêr û xişrên ku di dawet û nîkahê de tên diyarîkirin çi ye? Ango tu mafekî pîrekê di wan de heye? An jî zilam bi destê xwe ye; bê destûra pîrekê çawa bixwaze dikare di wan de teseruf bike?

Bersiv: Di dawetê de diyarî û pereyên ku ji aliyê malbata pîrekê ve tên dayin, diyariyên pîrekê tên hesabkirin, ên ku ji aliyê malbata zilam ve tên dayin, dikeve ber mehrê. Ango di herdu rewşan de jî dibin malê pîrekê. Heta ku ew destûrê nede, mêrê wê nikare dest bidê, lê belê pîrek dikare di wan de teseruf bike. Dema sînorê nîsabê derbas bike, divê ku pîrek zekata malê xwe jî bide.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

 “Gelî bawermendan! Digel ku ew ne bi dilê we bin[1], ji we re ne halal e ku hûn hewl bidin da ku hûn bibin mîratxwerê pîrekan. Da ku tiştekî we daye wan, hûn ji wan bîstinin zordestiyê li wan nekin; lê ku tolaziyeke aşkere bikin ew tiştekî din e. Bi wan re xweş derbas bikin. Vêca eger hûn ji wan bêzar bin, dibe ku hûn tiştekî nevên û Xwedê ji bo we xêr û bêreke pir têxê.[2]



[1] Di ayetê de ifadeya “Digel ku ew ne bi dilê we bin” wergera bêjeya= كرها e. Ev bêje, “hal” e, ango rewşê dide xuyakirin. Di tefsîr û wergerên Qur’anê de ev bêje bi awayê ku bibe “hal” ji bo pîrekê, nirxandine û wiha mena dane ayetê: Gelî bawermendan! Ji we re ne helal e ku hûn bi kotekî bibin mîratxwerê jinan. Û ev bi du awayan şîrove kirine. Ya yekem, fehma ku pîrek mîna pertalê mîratê ye. Menadayina bi vî awayî, tê mena ku meriv ayetê dike tiştekî dîrokî –hatiye derbas bûye û êdî tu eleqeya wê bi îro re tune ye-. Ya din jî pîreka ku dixwaze ji mêrê xwe biqete, meriv wê bernede û li benda mirina wê bisekine da ku bi zorê bibe mîratxwerê wê. Ji ber ku Qur’anê bi rêya iftidayê mafê xweberdanê, daye pîrekê ev jî ne pêkan e. Ma ku meriv bêjeya “ كرها” (kerhen) bike halê kirde, ango bike rewşa zilaman. Wergereke wiha yekîtiya di navbera ayetan derdixe holê.

[2] Nîsa, 4/19.