Fetwayen Kurdi
Ma kenê bideng, desmêjê dişikîne?

Ma kenê bideng, desmêjê dişikîne?

Pirs: Di limêjê de kenê bi deng desmêjê dişikîne yan na? Şayed bişikîne jî çima li derveyî limêjê jî naşikîne?

Bersiv: Li gorî her çar mezheban jî kesê ku di limêjê de bikene limêja wî betal dibe. Henefî bi tenê dibêjin ku bi limêjê re desmêj jî betal bide. Lê belê hedisa ku Henefî ji xwe re dikin delîl, ji aliyê zanyarên ‘ilmê hedîsê ve sehîh nehatiye qebûlkirin. Yanî wê zeîf qebûl dikin. Ji ber vê yêkê çi di nav limêjê de çi jî li derveyî limêjê, kenê bi deng desmêjê naşikîne. Di heman wextê de ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde ku behsa tiştên desmêjê dişikînîn dike, behsa kenê bi deng di nav limêjê de nekiriye.