Fetwayen Kurdi
Hukmê zewaca bi zirxwişk/zirbirayan re çi ye?

Hukmê zewaca bi zirxwişk/zirbirayan re çi ye?

Pirs: Meriv dikare bi zirxwişk/zirbirayê xwe re bizewice?

Bersiv: Xwişk û biratî bi sê awayan dertê holê:

1. Xwişk û birayên heman dayikê bin

2. Xwişk û birayên heman bavî bin

3. Xwişk û birayên heman dê û bavî bin.

Meriv nikare bi yekî ji van her sê cureyan re bizewice. Ji bilî van eger zirxwişk/zirbira hebe, zewaca bi wan re durist e. Mesela bavê yekî bi navê Ehmed, dema ji bilî diya Ehmed bi yeka din bizewice û keçeke wê pîrekê ji zilamekî din hebe, Ehmed dikare bi wê keçikê re bizewice.