Fetwayen Kurdi
Zewaca bi yeka xeyrimuslim re çawa ye?

Zewaca bi yeka xeyrimuslim re çawa ye?

Pirs: Ez dixwazim bi pîrekeke bî ya xeyrimislim re bizewicim. Gelo zewaceke wiha li gorî dînî me, durist e?

Bersiv: Neezebî/bîtiya wê, eger bi sedem sûcê zinayê be, li gorî hukmê ayeta 3’yem ji sûreyê Nûr: “Zilamê zinaker dikare tenê bi jineke zinaker re yan jî bi jineke muşrik re bizewice. Jina zinaker jî tenê mêrekî zinaker re yan jî mêrekî muşrik dikare wê mahr bike. Zewaca bi vî awayî li ser ên bawermend hatiye qedexekirin.” zewaca we pê re heram e. Dîsa mîna ku di heman sûreyî di ayeta 5’em de derbas dibe, eger tobe bike û xwe rast û durist bike, destûra zewaca pê re hatiye dayin. Ayet wiha ye: “Lê belê ew ên ku piştî vê, tobe bikin û rewşa xwe rast û durist bikin, ew cuda ne. Vêca birastî Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.“ Zilamekî misilman, dikare bi ehlikitêb ango bi pîrekeke Cihû û Fileh re bizewice. Xwedê Teala di sûreyê Maîde ayeta 5’em de wiha ferman dike: “Zewaca bi pîrekên bawermend ên bi namûs û pîrekên bi namûs ên ku beriya we, Me kitêb daye wan, ji we re helal in; bi şertê ku hûn mehra wan bidin wan, bi namûs bin, ji zinayê dûr bin û ji xwe re bi dizî dostikan negirin.”