Fetwayen Kurdi
Yekî/a Sunî dikare bi yeka/î ‘Elewî re bizewice?

Yekî/a Sunî dikare bi yeka/î ‘Elewî re bizewice?

Pirs: Yekî/a ‘Elewî dikare bi yekî/a Sunî re bizewice?

Bersiv: Elewîtî, ne dînekî cuda yî bi serê xwe ye. Lewra ji Elewiyan hin kes hene, xwe misilman dibînin, Xwedê Teala û Pêxemberê wî nas dikin û wan qebûl dikin, fermanên ku di Qur’na Pîroz de derbas dibin dipejirînin û heta ji destê wan bê dixebitin ku wan fermanan bi cî bînin. Eger şertên pêwîst -ji bo zewacê- ên din li cih bin, tu zirar û astengekî dînî di vê zewacê de tune ye.

Eger ne wisa be, mîna ku baweriya wî bi Xwedê û Pêxemberê wî tune be, tu fermanên Xwedê Teala nas neke –belbî wan bêkêr û nepêwîst bibîne-, di derqehê Pêxember û sehabiyên (hevalên) wî, vir de wir de biaxive, ji xwe ev misilman nayê jimartin. Di derheqê kesên wiha de Xwedê Teala di sûreyê Beqere de wiha ferman dike:

 “Heta ew îmanê neyînin bi jinên muşrik re nezewicin. Qerwaşeke bawermend ji jineke muşrik çêtir e, çendîn xweşikatiya wê we hijmetkar bihêle jî. Heta ku baweriyê neyinin keçên xwe jî li mêrên muşrik mahr nekin. Koleyekî bawermend ji muşrikekî çêtir e, çendîn rindiya wî we hijmetkar bihêle jî. Ew gazî êgir dikin. Xwedê jî bi destûra xwe we gazî bihuşt û lêborînê dike û ayetên xwe ji mirovan re aşkere da ku aqil bigirin.”[1]

Di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de lêkolîneke me ya bi sernavê “İslamiyet İçinde Alevilik” (Di Îslamê de Elewîtî) heye. Em tewsiye dikin ku hûn wê nivîsê bixwînin. Nivîs, di lînka jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/tarih-arastirmalari/islamiyet-icinde-alevilik.html



[1] Beqere, 2/221.