Fetwayen Kurdi
Kurê xal û keça metê dikarin bi hev re bizewicin?

Kurê xal û keça metê dikarin bi hev re bizewicin?

Pirs: Ji aliyê dînî ve, zewaca kurê xal bi keça metê re tu mehzûrek wê heye? Ango nîkaheke wiha durist e?

Bersiv: Eger kurê xal û keça metê, ne xwişk û birayên hev ên şîr bin, di zewaca wan de ji aliyê dînî ve, tu mehzûrek wê tune ye. Her wiha heta ku meriv nebe xwişk û birayên hev ên şîr, zarokên birayan; zarokên apan, metan, xalan û xaltîyan jî dikarin bi hev re bizewicin.

Eqrebayên ku meriv nikare bi wan re bizewice ev in:

Bi jinên ku bavê we, ew mehrkirine re nezewicin. Tiştê derbas bûbe êdî çûye. Lewra ew, fehşîtî û karekî kirêt e. Çi rêyeke pîs e!

Dayikên we, keçên we, xwişkên we, metên we û xaltîkên we, keçên bira û keçên xwişkên we, dayikên we yên şîr û xwişkên we yên ji şîr, dayikên jinên we û keçhiliyên we yên di malên we de ku hûn çûne nivînên dayikên wan -êdî eger hûn neçûbin nivînên dayikên wan tu guneh li ser we nîn e -û jinên kurên we yên ji pişta we û ku hûn ji xwe re bi jinanî du xwişkan bînin cem hev, li we hatine qedexekirin. Tiştê derbas bûbe êdî çûye. Birastî Xwedê bexşîner e, dilovîn e.”[1]

Ji bilî van, zewaca bi eqrebayên din re caiz e.



[1] Nîsa, 4/22-23.