Fetwayen Kurdi
Di zewacên eqrebayan de çima zarok seqet çêdibin?

Di zewacên eqrebayan de çima zarok seqet çêdibin?

Pirs: Îhtimala seqetiya zarokên ku dê û bavê wan eqreba ne, pir bilind e. Digel ku di Qur’anê de ji bo zewaca eqrebayan destûr hatiye dayin jî gelo Xwedê bi vê rêyê, ne rasterast be jî ev zewac qedexe kiriye?

Bersiv: Di Qur’anê de ev nehatiye qedexekirin. Bi hezaran însan hene, digel ku dê û bavê wan eqreba ne jî tu seqetî bi wan re tune ye. Di mijara kesên ku zarokên wan bi seqetî tên dinyayê, -ka gelo di navbera wan de eqrebatiya şîr heye yan na-, nayê nihêrtin. Lêkolînên di vî warî de dema bê îtimada li ser dane û malûmatên Qur’anê bê kirin, encama ku derkeve meydanê jî teqez dê ne tatmînkar be.