Fetwayen Kurdi
Meriv dikare ji yekî ku ne bavê meriv e re bibêje “bavo”?

Meriv dikare ji yekî ku ne bavê meriv e re bibêje “bavo”?

Pirs: Meriv dikare ji yekî ku ne bavê meriv be re bibêje “bavo”? An jî gelo dema zilam ji bavê pîreka xwe re bibêje, “bavê min”, tu mehzûrek wê heye?

Bersiv: Tu mehzûrek wê tune ye. Lewra bêjeya “bav” mîna ku ji meriv ji bavê xwe yê rastîn re dibêje, ji bo yên ku bi salên xwe mezin in û meriv hurmeta wan digire jî re tê gotin. Ango li gorî urf û adetê, dema meriv ji yekî ku di temenê bavê meriv de ye re bibêje “bavo”, ev nayê mena ku “bavê min î rastîn e”, belbî ev gotin ji bo rêz û hurmetê hatiye gotin. Ji vê bonê di gotina mêr û jinê, ji dê û bavê hev re “bavê min”, “diya min” de tu mehzûrek tune ye. Tiştê Pêxember (s.a.w) qedexe kiriye ku meriv bavê xwe yê rastîn înkar bike û angaşt bike ku meriv zarokê yekî din e.