Fetwayen Kurdi
Eger nîşanî bê xerakirin, ma meriv dikare diyariyên xwe ji malbata keçikê bistîne?

Eger nîşanî bê xerakirin, ma meriv dikare diyariyên xwe ji malbata keçikê bistîne?

Pirs: Keç û kur bi hev re nîşaniyê dikin, lê belê hêj nîkah nehatiye birîn. Zêr û diyariyên cuda tên kirîn û xelwet jî hasil dibe. Piştre aliyê keçê dev ji nîşaniyê berdidin. Di vê rewşê de ma zêr û diyariyên ku hatine kirîn, dê ji wan bên stendin?

Bersiv: Hediye û diyariyên di dema nîşaniyê de bi mebesta zewacê tên dayin. Ji vê bonê gava nîşanî hate xerakirin û mebesta zewacê ji holê rabû, diyarî û zêrên ku hatine dayin jî dê ji wan bên stendin. Lê belê, diyariyên ku hatibin xerckirin, bedêla wan ji aliyê malbata keçikê ve nayê tehsîlkirin; tiştê hatiye xerckirin nayê xwestin. Xelweta ku piştî nîşanê bê nîkah hatiye kirin jî guneh e, ji bo vî tiştî, divê herdu alî jî tobe û îstixfar bikin.