Fetwayen Kurdi
Piştî nîşaniyê meriv dikare dev ji hev berde?

Piştî nîşaniyê meriv dikare dev ji hev berde?

Pirs: Piştî ku soz hat dayin û nîşanî hate kirin, ma endamên zewacê dikarin ji biryara zewacê vegerin ango poşman bibin?

Bersiv: Nîşanî îbaret e ji hin merasim, gotin û soza ji bo zewacê ya di pêşerojê de. Dayina soza zewacê, bi mena birayardayina em ê di mêjûyeke pêş de bizewicin. Ji vê bonê nîşanî û xwestin, di navbera wan de peymana nîkahê dernaxe holê. Lewra nîkah, li gorî qayde û rêbazan di hizûra şahidan de ji ifade û rizaya keç û kur, pêk tê. Ji ber ku nîşanî nakeve şûna nîkahê, dergîstî nikarin bi tena sere xwe bi hev re bimînin û dema yek ji wan bimire, nabin mîratxwerên hev. Bi kurtasî, herdu alî jî dikarin poşman bibin û ji biryara zewacê vegerin.