Fetwayen Kurdi
Hukmê kirina du rek’et limêj di şeva gerdekê de çi ye?

Hukmê kirina du rek’et limêj di şeva gerdekê de çi ye?

Pirs: Di şeva gerdekê de hukmê kirina du rek‘et limêj çi ye? Kesên ku berê nezewicîne, lê belê ne ezeb in jî bi kirina vê limêjê, berpirsyar in?

Bersiv: Ji bilî ku hin sehabiyên Pêxember (s.a.w), bi xwe ev limêj kirine û tewsiya kirina wê kirine, di tu çavkanî û jêderên Îslamî de tiştekî ku vê nimêjê ferman bikin tune ne. Ji ber vî hawî, em dikarin bibêjin ku ev li limêj musteheb e. Kesê ku dike çi ezeb û çi jî bî be, ferq nake. Ê ku bike, dibe xwediyê xêra xwe û yê ku neke jî tu guneh jê re tune ye. Bi kurtasî, ev limêja hanê li ser xwestina mirov e.