Fetwayen Kurdi
Gelo xwişk û biratiya bi rêya xwînê jî heye?

Gelo xwişk û biratiya bi rêya xwînê jî heye?

Pirs: Diya min ji dilê xwe ‘emeliyat bû, berî ‘emeliyatê bi lezgînî 5 unîte xwîn xwestin. Bavê min jî heta ku 4 unîte xwîn dît, unîteke ji xwîna xwe dayê. Di vê rewşê de gelo dê û bavê min dibin xwişk û biyarên hev ên xwînê û ji aliyê dînî ve, tu mehzûrek wê heye?

Bersiv: Di dînê me de tiştekî bi navê xwişk û biratiye bi rêya xwînê, tune ye. Xwîna ku bavê we daye diya we, nabe sedem û asteng ji bo tu tiştekî. Xwişk û biratiya ku ji bo zewacê dibe asteng, xwişk û biratiya rastîn û ya bi rêya şîr e.