Fetwayen Kurdi
Ên ku bi sedem xwezûrantiyê ebediyen meriv nikare bi wan re bizewice kî ne?

Ên ku bi sedem xwezûrantiyê ebediyen meriv nikare bi wan re bizewice kî ne?

Pirs: Min di malpera we de nivîsa di derbarê pîrekên bi rêya xwezûrantiyê li meriv heram in, xwend. Gelo piştî ku jina meriv bimire jî rewş wisa dewam dike yan na?

 Bersiv: Ên ku bi rêya eqrebatiya sihriyet/zewacê “ebediyen” li meriv heram in, çar beş in:

Jina bav û bapîrên meriv. Ev zirdê û zirdapîrên meriv in. (Dê û dapîrên meriv ên helal, bi sedem eqrebatiya xwînê, li meriv heram in.)

Bûkên meriv. Ev, jina kur û neviyên meriv in. Bi jina kurê xwe yan jinên neviyên xwe re –çi hatibin berdan, çi jî bî bin- meriv nikare bizewice.

Xwesûyên meriv. Ew jî dê û dapîrên jina meriv in.

Zirkeçên ku meriv çûye nivîna diya wan.

Eger mêr jina xwe berde yan jî jina wî bimire, bi van her çar çûreyên pîrekan re -tu car- meriv nikare bizewice.