Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare jina xwe ya nexweş bernede û bi baltûza xwe re bizewice?

Ma meriv dikare jina xwe ya nexweş bernede û bi baltûza xwe re bizewice?

Pirs: Ez zewicandî me û du zarokên min hene. Pîreka min nexweş e. Nexweşiya wê giran e. Di wê navberê de baltûza min, dihat mala me û diçû û dilê min ketê. Digel ku jina min li cem min e, em dikarin bi hev re bizewicin?

Bersiv: Li gorî dînê me, heta ku hûn jina xwe bernedin, zewaca we bi baltûza we re heram e.[1] Lê belê, nabe ku hûn jina xwe jî di vê rewşê de bihêlin. Erê, ji ber ku jina we nexweş bû, dibe ku berpirsyariyên xwe neanîbe cih û hûn mexdûr bûbin. Ji vê bonê mafê we yê ku hûn jineke din ji xwe bînin heye. Lê belê, dema hûn wê berdin û bi baltûza xwe re bizewicin, ji bîr mekin ku hûn ê bibin sedemê ku jina we ya nexweş bêhtir bikeve. Mîna emanetekî ji cem Xwedê be we, ew stend. We peymana ku hûn ê jiyanekê –rojên xweşî û nexweşiyê- bi hev re derbas bikin, daye hev. Sebir bikin û jina xwe derman bikin.

Ji îro û pê de qederulîmkan xwe ji baltûza xwe dûr bigirin, da ku şeytan piyên we neşemitîne.



[1] Bnh. Nîsa, 4/23.