Fetwayen Kurdi
Meriv dikare bi pîreka birayê xwe yê mirî re bizewice?

Meriv dikare bi pîreka birayê xwe yê mirî re bizewice?

Pirs: Ez li herêma Rihayê, alîkarê mudûrê dibistanekê me. Li vê herêmê, rewşeke ku pir tê dîtin heye û pirê caran ji me jî tê pirsîn. Min jî xwest ku ez ji çavkaniyê hîn bibim. Pirsa min ev e: Ma zilam, dikare bi jina birayê xwe yê mirî re bizewice?

Bersiv: Birayê mirî yê ezeb, dikare bi xanima birayê xwe yê mirî re bizewice. Ji aliyê dînî ve, tu mehzûrek wê tune ye.

Meriv di zewacê de li rizaya herdu aliyan, dinihêre. Ev, şertekî pêwîst e. Ango jina ku mêrê wê miriye yan jî birayê mirî, dema zewaceke bi vî awayî nexwazin, ji bo zewacê tu kes nikare zorê bide wan. Di vê mijarê de meriv guh nade urf û adetê. Lê belê eger hem pîrek hem jî birayê mirî bixwazin, dikarin bizewicin.